Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin

img

RIHA - Xelkê Pirsûsê ya li kêleka sînorê Kobanê agirê Newrozê vêxist û Kobanê silav kir. Pîrozbahiya Newroza li Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin. 

Li navçeya Pirsûsa Rihayê ku li kêleka bajarê Kobanê ye bi dirûşam “Dem dema serfektinê ye” agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. Ji serê sibehê ve xelkê Pirsûsê herikî qadê û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm danîne şûna wê, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hêceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina destpêkirin û silavkirinê dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. 
 
NEWROZÊ DIYARÎ EMÎNE ŞENYAŞAR KIRIN 
 
Hevserokên HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan û Çîgdem Karakeçîlî derbarê girîngiya Newrozê de axivîn û destnîşan kirin ku ew Newroza li Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) dikin û dê her tim li cem Emîne Şenyaşar bin û xwedî li têkoşîna wêya edaletê derbikebin. 
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ AGIR VÊXISTIN 
 
Di vê kêliyê de Dayikên Aştiyê lîlandin û agirê Newrozê pêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna gelê kurd. 
 
SURUCU: DEM DEMA AZADIYA OCALAN E 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî axivî û wiha got: “Em di destpêkê de şehîdên Newrozê bibîr tînin. Dema meriv dibêje Pirsûs, ewilî berxwedan tê bîra meriv. Îradeya li Kobanê dijî DAIŞ’ê li ber xwe da îro li Pirsûsê li qada Newrozê ye. Pergala tekperest li her derî xitimiye û têk diçe. Li her qadê têkoşîn û berxwedana gelê kurd mezin dibe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Êdî dem dema vekirina deriyên Îmraliyê ye. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e.” 
 
‘RÊYA ME RÊYA AZADIYÊ YE’ 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî bal kişand ser girîngiya Pirsûsê ya di warê têkoşîna azadiyê de û got: “Ev der Kkobanê ye. Vî bajarî her tim li dijî zilmê têkoşînek birûmet daye. Em di demek dîrokî de derbas dibin. Li her deverê zilm heye. Divê em malbata xwe Malbata Şenyaşar ji bîr nekin. Li edaletê digerin. Malbata Şenyaşar rûmeta Pirsûsê û gelê kurd e. Newroz li dijî zilmê serîhildan e. Gelê kurd li dijî zilmê li ber xwe dide. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokratîk hesabê zilmê bipirsin. Rêya me rêya azadiyê û rêya 3’emîn e.”
 
AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN 
 
Omer Ocalan destnîşan kir ku ji 25’ê Adara 2021’an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Gelê kurd li Rojhilata Navîn siyasetê diyar dike. Divê îktidar tecrîdê rake û pêşî li aştiyê veke. Yên ku tecrîdê kûr dikin wê têk herin. Em ê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî hemû êrişan bibin bersiv.” 
 
Piştî axaftinan koma muzîkê Grup Îsyan Ateşî û dengbêj Hediye Kalkan derketin ser dikê û strîn. Xelkê li ber stranan govend gerand û pişt re pîrozbahî bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye