STENBOL - Polisan bi ser mala hunermendê kurd Çiya Şenses de girt û ew binçav kirin.
Di saetên serê sibehê de polisan bi ser mala hunermendê kurd Çiya Şenses a li Stebolê de de girt û ew binçav kirin. Sedema binçavkirina Şenses nehat hînkirin. Hat hînbûn ku polisan Şenses bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Stenbolê. Li aliyê din hat hînbûn ku biryara sînordarkirinê danîne ser dosya Şenses.