Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo pîrozbahiyê yên Newroza Şirnex, Enqere, Konya û Eskîşehîrê hatin qebûlkirin. 
 
Ji bo pîrozkirinên Newrozên li Botan û Serhedê û Xarpêt, Enqere, Konya û Eskîşehîrê serlêdan hatibûn kirin. Destûr ji bo hemû serlêdanan hatin dayîn û xebat û amadekariyên Newrozan berdewam dikin. 
 
ŞIRNEX
 
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Botanê ku dê di 19, 20 û 21’ê adarê de bên lidarxistin, destûr hate dayîn. Di vê çarçoveyê de dê di 19’ê adarê de li navenda Şirnexê û navçeyên Qileban û Basayê; di 20’ê adarê li Silopiyayê û di 21’ê Adarê de jî li Hezex û Cizîrê Newroz bê pîrozkirin. 
 
Newroza Şirnexê dê di 11.00’an de li Xaçerêya Sanayiyê ya li pêşiya Zanîngeha Şirnexê dest pê bike. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê weke axaftvan beşdarî Newrozê bibe. Di Newrozê de Koma Hîvron, hunermend Kadîr Çat û Şiyar Berwarî dê derkevin ser dikê. 
 
Pîrozbahiya Qilebanê dê saet di 11.00’an de dest pê bike û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulistan Sonuk û Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag dê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibin. Her wiha hunermend Baran Çelebî û Umut Botan jî dê derkevin ser dikê. 
  
Li navçeya Basayê dê pîrozbahiya Newrozê saet di 11.00’an de li Qada Bazarê dest pê bike. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç dê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibin. Di pîrozbahiyê de dê Koma Awazên Botan dê derkeve dikê. 
 
Pîrozbahiya Silopiyayê dê saet di 13.00’an de dest pê bike û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dê weke axaftvana beşdar bibe. Koma Hîvron, Batman Kollektîf û hunermend Cevdet Bagca dê derkevin ser dikê. 
 
Fînala Newrozên Botanê wê di 21'ê Adarê de dê li Cizîrê pêk bê. Wê pîrozbahî saet di 11.00’an de li Qada Newrozê dest pê bike. Wê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir û Parlamentera HDP'ê Şirnaxê Nûran Îmîr weke axaftina dê tevlî Newrozê bibin. Koma Lawje, Hunermend Pinar Aydinlar, Şerzad, Şiyar Berwarî û Nesîm Arsû jî wê di Newrozê de dê derkevin ser dikê. 
 
XARPÊT
 
Wê Newroza Xarpêtê li navçeya Depê sibê bê pîrozkirin. Ji bo Newrozê destûr hat dayîn. Wê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di 11.00'an de li Qada Termînalê ya Navçeyê bê pîrozkirin. Wê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştû Tiryakî tevlî pîrozkirina Newrozê bibe. 
 
ENQERE, KONYA, ESKÎŞEHÎR
 
Ji bo newrozên wê li Enqere, Konya û Eskîşehîrê bi pêşengiya Platforma Hêzên Ked û Demokrasiyê bên pîrozkirin, destûr hatin dayîn. 
 
Newroza li Enqerê wê di 20'ê adarê de saet di navbera 13.00-16.00'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû û Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Doğan Erbaş tevlî pîrozkirinê bibin. Her wiha wê hunermend Mehmet Atli û Koma Mûnzûr jî di Newrozê de derkevin ser dikê. 
 
Newroza li Konyayê wê di 21'ê Adarê de li Qada Bazara Duşemê saet di navbera 13.00-17.00'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya tevlî Newrozê bibe. Koma Şitlên Azad û Hunermend Ozlem Baglayan jî dê di Newrozê de derkevin ser dikê. 
 
Newroza li Eskîşeîr wê di 20'ê Adarê de li Qada Şaxan saet di 11.30'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy wê tevlî pîrozbahiyê bibe. Koma Tersname, Barişa Ezgiler û Koma Eren jî wê li Newrozê derkevin ser dikê. 
 
JI BO SERHEDÊ JÎ DESTÛR DERKETIN 
 
Li herêma Serhedê ku duh Newroza yekemîn li Erdîşê hat pîrozkirin jî ji bo hemû pîrozbahiyên Newrozê yên di navbera 19-21'ê adarê de destûr hat dayîn. Li gorî vê wê di 19'ê adarê li Îdir û Panosê; di 20'ê adarê de li Wan, Kop, Colemêrg û Tetwanê; di 21'ê Adarê de jî li Agirî, Erdexan, Tatos, Gever, Qers û Mûşê Newroz bê pîrozkirin. 

Sernavên din

21/03/2022
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist