Amed amadekariyên Newroza mezin dike

img

AMED - Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, diyar kirin ku amadekariyên Newroza Amedê bênavber didomin û gotin, dê bi coşa Newrozê "çileyê reş veguhere biharê." 

Wekî her sal îsal jî her kes li benda Newroza Amedê ye. Newroza îsal dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 9'ê sibehê dest pê bike û heya 5'ê êvarî bidome. Li bajêr xebatên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin. Li navçeyan û gundên wan agirê Newrozê tê geşkirin û li navenda bajêr jî bi afîşan gel tê vexwandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan têkildarî amadekariyên ji bo Newrozê axivîn. 
 
'DÊ ÇILEYÊ REŞ VEGUHERE BIHARÊ'
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, anî ziman ku meha Adarê meh bilindkirina dengê welkhevî û azadiyê ye. Atasoy, bal kişand ser azadiya fizkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û perwerdehiya ji bo zimanê zikmakî yên di deklerasyona Newrozê de cih girtine û got: "Her kes xwedî li deklerasyonê derket. Ev yek nîşan dide ku asta em gihaştinê pir girîng e. Em dibêjin 'dem dema serkeftinê ye', lewma em amadekariyên Newrozeke girîng dikin ku ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd girîng e. Kombûna li dor vê dirûşmeyê, dê rasteqîniya kurdan a ku heya niha ji aliyês erdestan ve tune hatiye hesibandin baş nîşan bide. Em ê bi hev re li qadan Newrozeke ku çileyê reş vediguherîne biharê pêşwazî bikin." 
 
BERXWEDAN
 
Atasoy, diyar kir ku dê di Newroza 2022'yan de careke din heqîqet û berxwedana gelê kurd berbiçav bibe û got: "Kurd dê li qadan, bi milyonan, beranberiya deklerasyonê bidin der. He sal girse xurtir dibe. Em ji zû de ye xebata ji bo Newrozê hem bi awayekî rêxistinbûyî hem bi awayekî teknîkî hem jî bi awayekî dîplomatîk didomînin. Em wisa bawer dikin ku dê li qadan beranberiya vê xebatê berbiçav bibe. Werin em bi hev re li dor tava Newrozê govendê bigerînin. Werin em bi hemû reng û dengên xwe stranan bibêjin." 
 
XEBAT DIDOMIN
 
Hevserok Zeyyat Ceylan jî amadekariyên Newrozê yên li bajêr ragihandin. Ceylan, diyar kir ku amadekarî beriya Newrozê bi mehekê dest pê kirine û got: "Komîteya me ya amadekar 15-20 rojin hatiye avakirin û dest bi xebatan kiriye. Me ji bo Newroza Amedê di 8'ê Adarê de serlêdana fermî kir. Hê nehatiye bersivandin, lê parêzerên me pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ji bo em karên xwe yên teknîkî biqedînin niha em li benda encama serlêdana fermî ne. Me ji bo karên teknîkî jî komîteyek ava kir. Her wiha komîsyoneke me ya dîplomasiyê jî heye. Hefteyeke xebatên me yên tadîlatê yên li qada Newrozê didomin. Heya niha me 100 hezar belavok amade kirine û em tevî hevalên xw evan belavokan mal bi mal belav dikin. Me li navenda bajêr li nêzî 30 deverî pankartên ji bo Newrozê daliqandin. Her wiha em kolanên herî qelebalix jî dixemilînin ji bo Newrozê. Îsal me ji bo ewlehiyê zêdetirî 600 heval li qada Newrozê peywirdar kirine. Hevalên me her roj diçin qada Newrozê û kêmasiyên di warê ewlehiya qadê û kêmasiyên dikê tespît dikin. Armanca me em bê kêmasî Newrozê pîroz bikin." 
 
‘DÊ JI HER DERÊ KURDISTANÊ BÊ DÎTIN'
 
Ceylan, destnîşan kir ku ji bo agirê Newroza Amedê ji tevahiya herêmê bê dîtin bênavber dixebitin û got: "Me ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Başûr, Rojhilat, Rojava û Tirkiyeyê gelek nivîskar, rewşenbîr, burokrat û gelek sazî vexwandine. Dê agirê Newroza Amedê ji her derê Kurdistanê bê xuyakirin. Newroza Amedê di warê çalakiyeke girseyî de çalakiya Newrozê ya herî griseyî ye. Ji roja roj de her diçe girseya wê zêdetir dibe. Ji bo vê em minêkar in ji bo gelê xwe. Em bawer dikin dê îsal jî bi milyonan kes tevli pîrozbahiyê bibe." 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

19/03/2022
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû