MÊRDÎN - Li Mêrdînê, xwendekarên zanîngehê birîna avê ya li Wargeha KYK'ê ku 12 roj in didome şermezar kirin.
Li Mêrdînê, li Wargeha Xwendekaran a Kasimiyeyê ya girêdayî Saziya Wargeh û Qrediyê (KYK) 12 roj in av hatiye birîn. Ji ber birîna avê qalorîfer jî li wargehê naxebitin. Ji ber ku pirsgirêka avê û qalorîferê nayê çareserkirin, xwendekarên Zanîngeha Artûklûyê yên li wargehê dimînin, duh bi şev çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Xwendekar li hewşa wargehê li hev kom bûn û rêveberiya wargehê şermezar kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
Li ser agahî dayîna rêveberiya wargehê gelek polis hatin wargehê. Xwendekaran ketina polisan a wargehê jî şernezar kir. Xwendekaran piştî ku demeke dirêj çalakiya xwe domandin, xwestin ku daxwazên wan bên bersivandin.