STENBOL - 1’emîn Dadgeriya Sizayên Silhê ya Hatayê ji bo astengkirina malperên Rojnameya Yenî Yaşam û PÎRHA’yê, “Parastina ewlekariya neteweyî û nîzama cemaweriyê” weke hincet nîşan da.
Li ser biryara 1’emîn Dadgeriya Sizayên Silhê ya Hatayê, malperên Rojnameya Yenî Yaşam, Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) û gelek malperên din înternetê ji hêla Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) ve hatin astengkirin. BTK’ê derheqê astengkirinê de tu hincetek nîşan neda. Hat zanîn ku piştî Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê ji dadgeriyê re nivîs şandî, dadgeriyê biryareke bi vî rengî da ye.
Dadgeriyê di biryara xwe de bal kişand ser qanûna derheqê verastkirina weşanên li ser qada înternetê û îdia kir ku Rojnameya Yenî Yaşamê, PÎRHA û gelek malperên din ên înternetê ji ber ku “Parastina ewlekariya neteweyî û nîzama cemaweriyê” xera dikin, hatine astengkirin.
Di biryara xwe de dadgeriyê aşkere nekir bê ka malperên navborî bi sedema kîjan naverokan hatine astengkirin.