* Hevjînê Hatîce Aydin, Omer Aydin di Newroza 2002’yan de li Mêrsînê di pîrozbahiya Newrozê de hat kuştin. Aydin got: “Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma. Heta roja dawiya emrê xwe jî ezê wî agirî vêxim.”
* Hêvîdar Erdem a ku di nava 11 salan de ji ber mesafeya dûr tenê 7 caran çû hevdîtina hevjînê xwe yê girt, diyar kir ku herî dawî 3 sal berê çûye hevdîtinê û dewlet bi van polîtîkayan nikare wan teslîm bigire.
* Cengîz Ertaş ê di qedexeya derketina derve ya li Geverê de kurê wî yê 16 salî hat kuştin diyar kir ku dewletê polîtîkayên taybet xistine dewrê û yên bedel dane dê serê xwe netewînin.
* Rojnamevan Meltem Oktay a ku bi kameraya xwe bû şahidê pêvajoya qedexeya li Nisêbînê got: “Polîsan weke baranê gule dibarandin. Jinan jî bi lîlandinên xwe dengê xwe bi ser dengê guleyan dixist. Xwerêveberî bertekek li dijî kuştina jinan bû, ragihandina îradeya jinan bû.”
* Starta Newrozê ya îsal dê li navçeya Elkê bê dayin. Gelê Elkê bang li Barzanî kir ku li cem gelê xwe cih bigire û ev tiştş gotin: "Bêtifaqî zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. Serkeftin bi tifaqa me pêkane."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 371'emîn de berdewam bike.
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê dê li avahiya KESK'ê ji bo Newrozê daxuyanî bide. (11.00)
* Dê îro li gelek bajaran bijîşk û xebatkarên tenduristiyê li gelek bajaran greva birçîbûnê li dar bixin û daxuyaniyên çapemeniyê bidin. (12.30)
* Rêxistina HDP'a Mêrdînê dê bernameya xwe ya Newrozê eşkere bike. (12.00)
* Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê dê xebatên Newrozê bi rêve bibin. (12.00)
* Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê dê li avahiya Sendîkaya Petrol-Îşê ji bo starta Newrozê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê de berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi beşdariya hunermend Hîvron û Mizgîn Tûran li Eywana Dawetê ya Demîrokê şahiyek li dar bixe.(18.00)