MÊRDÎN - Li Tesîsên Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ya li navçeya Şemrexê, par têqîna asîdê pêk hatibû û 5 karker birîndar bûbûn. Dîmenên teqîna ku ji raya giştî hatibûn veşartin, derketin holê.
Li Tesîsên Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ya li navçeya Şemrex a Mêrdînê, par têqîna asîdê pêk hatibû û 5 karker birîndar bûbûn. Piştî bûyerê karker hatibûn dermankirin. Bûyer ji raya giştî hatibû veşartin û Cengîz Holdîngê heta niha derbarê bûyerê de hêj tu daxuyanî nedane. Têkildarî kêliya bûyerê dîmen derketin holê.
Di dîmenan de tê dîtin ku li qada ku 5 karker lê ne teqîna asîdê pêk tê û karker direvin.