Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de

img

AMED - Newroz ku çavkaniya xwe ji efsaneya Kawayê Hesinkar digire, her ku li erdnîgariyên cuda belav bû, êdî weke roja ‘sersala nû’ hate pîrozkirin. Lê belê gelê kurd ev bi sedan salane ku Newrozê weke roja rizgariya ji zilmê pîroz dike.

Gelê kurd, Newrozê anku ‘roja nû’ weke rojeke rizgariya ji zilmê pîroz dike. Li Îranê ku piştî dagirkeriya ereban veguherî welatekî îslamî, weke ‘sersala nû’ tê pîrozkirin. Gelo Newroza ku bi Îranê re di nava gelên din de jî belav bûyî, wateya wê çawa hate guherandin û veguherî roja ‘sersala nû’? Xeta di navbera mêtingehkirin û mêtingehbûnê de ne tenê girêdayî talankirina dewlemendiyên madî ye. Di heman demê de mêtinger, li mêtingeha xwe polîtîkayeke wisa dimeşîne ku bindestê wê nekare li ser bingeha mîrasa çandî xwe birêxistin bike û li dora mîta rizgariyê yekitiya xwe ava bike. Di encama vê hevkêşeyê de ku mîrasa çandî ya kurdan çavkaniya bertekên wan ên li dijî dagirkeriyê xweyî dike, ji hêla dagirkeran ve tên texrîbkirin, tepisandin, veguherandin û di dawiya dawî de jî rastî hewldanên tunekirinê tên. Yek ji berhemên vê mîrasê yên ewil jî Newroze ku êdî ji bo kurdan bûye mîta berxwedan û rizgariyê. Mêtingeran, di dema şer û pevçûnan de Newroz tune dihesibandin û dema dîtin ku nikarin vê tune bikin, vêcarê jî dest bi guherandin û veguherandina wê kirin. 
 
Dema dibêjin Newroz, gelê kurd hewla rizgariyê fêm dike. Ji bo ku Newroz di wateya ‘azadîxwazî/bertek’ de neyê pîrozkirin û fêmkirin, polîtîkayên fermî jî li ser bingeha têkbirin, pişaftin û veguherandinê pêş dikevin. Tê payîn ku pîrozbahiyên Newrozê dê mohra xwe li vê salê jî bidin. Di hemû çandan de serpêhatiya Newrozê, nîşaneya têkoşîna rizgariyê ya li hemberî zalim û zordaran e. 
 
Tevî hemû guherînên etîmolojîk jî, di zaravayên kurdî yên dimilkî, kurmancî û soranî de peyva Newrozê, ji peyvên “Nû/new/newe” û ‘Roz/roj/roc” pêk hatiye. Li gorî çavkaniyên dîrokî, serpêhatiya Newrozê heta serdema Împaratoriya Asuran jî diçe. Di çavkaniyên dîrokî de gelek caran qala Newrozê tê kirin lê belê gelek caran bi wate û şêweyên cuda tê pênasekirin. Cara ewil di pirtûka Zende Avesta ya çanda Zerdeştiyan de qala Newrozê tê kirin. Di pirtûkê de navê Azhî Dehaq tê kirin ku weke hebûnekî tarî, şeytanî û xerab ê li hemberî ronahiyê tê pênasekirin.
 
FÎRDEWSÎ Û EFSANEYÊN WÎ
 
Yek ji girîngtirîn çavkaniya ku qala Newrozê dike, pirtûka Şahname ya helbestvanê îranî Fîrdewsî ye ku di 997-1010’an de hatiye nivîsandin. Pirtûk, bi wezna arûzê hatiye nivîsandin û ji 60 beytan pêk tê. Di pirtûkê de ji mirovê ewil heta serdema Yezdîgîrt ê 3’yemîn, bi şêwazê efsaneyan qala dîroka Îranê tê kirin. Di vê pirtûkê de Fîrdewsî hewl dide pirsa “gelo kurd ji ku tên” bibersivîne. Di Şahnameyê de Fîrdewsî dibêje ku Cemşîd ku 700 salan hikûmdarî kir, di sala 50’emîn a hikûmdariya xwe de xwe dibe rêza xwedê lewma jî xwedê Dehaq bi serî wî ve dike bela. Dehaq, di pirtûkê de weke kesekî du mar li ser milên wî, îmana xwe bi maran tîne, zarokên biçûk ji bo xwedayên xwe yên mar dike qurban û kesekî destbixwîn tê pênasekirin. Li gorî Şahnameyê, Dehaq ji ber vê taybetiya xwe jî her roj 2 kesan dikuje û mejiyê wan dide marên li ser milê xwe. Demekî piştre 2 birayên ku li qesra Dehaq weke aşpêj dixebitiyan, her roj ji ciwanên ku dê weke qurban bihatina serjêkirin yekî jê bi veşarî berdidin û mejiyê yekî jî didan marên Dehaq. Li şûna mejiyê ciwanê hatiye berdan jî, mejiyê mîyan didan maran. Di pirtûka xwe de Fîrdewsî dibêje ku ev ciwan çûn cihekê wisa ku kesek nikare xwe bigihîne wê derê û wiha didomîne: “Ji bo ku debara xwe bikin, ajpêjan çendek bizin û mîh dane wan ciwanan û şandin xakeke ku kesek nikare xwe bigihînê wê derê. Eslê kurdên niha jî ji wan ciwanan tê. Ewqas dûr bûn ku şaristaniya heyî jî bi bîra wan nayê.” 
 
LIHEVANÎNA BI ÎSLAMÊ RE
 
Fîrdewsî di pirtûka xwe de ji bo Kawayê Hesinkar dibêje Gave. Piştî ku Kawayê Hesinkar Dehaq têk dibe û li Çiyayê Demavendê zindanî dike, li şûna wî kurê Cemşîd ê bi navê Ferîdûn dibe hikûmdar. Di pirtûka xwe de Fîrdewsî bi vî rengî qala Newrozê dike lê balkêşe ku qet qala nîjada Kawayê Hesinkar nake. Mijara esasî ya pirtûka helbestvanê îranî Fîrdewsî, pevçûnên di navbera Îran û nîjadên tirkî yên Asyaya Navîn in. Di pirtûkê de pevçûnên di navbera Yûnûs ê Îranî û qralê tûranî Efrasiyab tên vegotin. Fîrdewsî, Efrasiyab weke kesekî xwedî hêzên şeytanî pênase dike ku kesê qala wî tê kirin, Alper Tunga bi xwe ye. Tê zanîn ku Fîrdewsî ev berhema xwe li ser daxwaza Mehmûdê Gazneyî nivîsandiye û di vê berhemê de hevrikiya di navbera Îranê ku bi dagirkeriya ereban êdî bûye welatekî îslamî û gelên turanî ku îraniyan dixwestin bikin misilman de vedibêje. Gotegotên heyî li gorî xwe nivîsandine, di çarçoveya vê têkoşînê de saz kiriye, wateya serhildariyê ya Newrozê guherand û weke “sersala nû” pênase dike ku li dijî îslamê nîne. 
 
ROJA NÛ Û SALA NÛ  
 
Di demên piştre hem li Îranê û hem jî li welatên Asyaya Navîn ên ku bi bandora Îranê bûne misilman, Newroz ne weke “Roja nû” lê bi wateya “Sala nû” hate pîrozkirin. Newroz, li Albanya û Bosna-Hersekê ku bi zora Osmaniyan bûbûn misilman, weke çandekî li dijî çanda xiristiyanan hate pîrozkirin. 
 
NETEWÎBÛNA FARISAN 
 
Bi demê re Newroz, êdî bi şêweyên cuda hate vegotin, şîrovekirin. Rojhilatnas û zimanzan Ely Bannister Soane di navbera salên 1907-1909’an de hate rojhilatê Kurdistanê û qala efsaneyeke îraniyan kir ku digot kurdên li erdnîgariya îraniyan dijîn, ji binyata şeytanê bi navê “Zohak” tên. Kurdên ku li dijî Dehaq têdikoşiyan, bi xebatên neteweyîbûn ên Farisan re êdî veguherîn miletê ku eslê wan ji Dehaq tê. 
 
CEJNA KURDAN AN JÎ ÎDA KURDÎ
 
Lê belê kurdan tu carî bi mebesteke cuda Newroz pîroz nekirin. Dîplomat û gerokê inglîz James J. Morier li welatê Osmaniyan û Îranê digere. Morier, di bîranînên xwe de dibêje ku di 31’ê tebaxê de li herêma Demavend a Îranê rastî cejna kurdan (Îyd-î Kurdî) tê. Morier, di bîranîna xwe de dibêje ku kurd, weke roja ku Dehaq ji hêla Kawayê Hesinkar ve hatiye kuştin pîroz dikin. 
 
NEWROZA KU WEKE MÎTA RIZGARIYÊ TÊ PÎROZKIRIN
 
Kurdên ku ber bi demên dawî yên dewleta Osmanî ve têkoşîna siyasî ya kurdan dimeşandin û endamên tevgera siyasî ya kurd a di dema Komara Tirkiyeyê de, Newroz weke mîteke rizgarîxwaz pîroz kirine. Bi damezirandina komarê re ziman û hemû hêmayên çandî ku bi demê re dê bûbûna bingeha netewîbûna gelê kurd û li dora wan berxwedan bihata birêxistinkirin, hatin qedexekirin. Di sala 1923’yan de bi mohrkirina Peymana Lozanê re jî her tiştê aîdî kurdan yek bi yek hatin qedexekirin. Bi biryarnameyeke fermî ya di sala 1924'an de dibistan, rêxistin û weşanên kurdan hatin qedexekirin û peyvên “Kurd” û “Kurdistanê” ji pirtûkan hatin derxistin. Qedexe, di sala 1925’an de bi Plana Islehkirina Şerqê re hêj bêhtir hate berfirehkirin û mayîndekirin. Di sala 1934’an de bi “Qanûna Bicihkirinê” re navên gund û jînwarên kurdan bi navên tirkî hatin guherandin. Hat qedexekirin ku kurd navên kurdî li zarokên xwe bikin, cil û bergên gelerî li xwe bikin û Newrozê pîroz bikin. 
 
ÎHSAN NÛRÎ Û ‘TOLHILDAN’
 
Newroza ku li dijî van zordestiyan dihat wateya berxwedanê, tu caran ji rojeva kurdan derneket. Cejna Newrozê ku di dema Serhildana Agiriyê de xwedî cihekî girîng bû, di Serhildana Dêrsimê de jî xwedî cihekî dîrokî ye. Li gorî pêşengê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Medî di BZ. sala 612’an de bajarê Nînovayê ji destê Asurên ku weke “zalim” tên pênasekirin derdixînin û Newroz jî ji ber vê serkeftinê tê pîrozkirin. Îhsan Nûrî Paşa, di heman demê de vê rojê weke “Cejna Tolhildanê” pênase dike. Bi vê pênaseyê ve balê dikişîne ser ku kurd roja Newrozê bi wateya berxwedanê pîroz dikin. 
 
Di salên 1968’an de ku tevgerên dijemperyalîst pêş dikevin, yekemîn car Newroz ji hêla tevgera siyasî ya kurd ve di sala 1970’an de li Farqîn a Amedê di geştyariyekê de weke çalakiyekê tê pîrozkirin. Di sala 1984’an de jî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê di 21’ê Adarê de bi vêxistina sê zilikên niftikê Newrozê pîroz dike û piştre jî dawî li jiyana xwe tîne. Vê çalakiya Mazlum Dogan bi xwe re pêlekî mezin anî û Newroz êdî li qadan ji hêla bi milyonan ve hate pîrozkirin.
 
Newroza ku li tevahiya erdnîgariya kurdan weke “Roja nû” tê pîrozkirin, ji hêla neteweyên din ve di 21’ê Adarê de weke “Sersala nû” tê pîrozkirin. 
 
Tevî gelê kurd, her wiha li welatên weke Îran, Efxanistan, Belûcistan, Albanya, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Iraq, Qazaxistan, Qirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Sûriye, Tacîkistan Turkiye, Turkmenistan, Tataristan, Gagavuzya û Yakutistanê jî tê pîrozkirin. 
 
KÎ ÇAWA PÎROZ DIKE
 
Di roja Newrozê de hunermendên azarî bi enstrûmanên xwe beşdarî pîrozbahiyan dibin û bi zimanê xwe konseran didin. Yek ji çanda herî balkêş a azariyan ew e ku ji bo saleke berhemdar be, ji kaniyan av tê vexwarin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jinên azerî vexwarina bi navê “Semenû” pêşkeşî mêvanan dikin.  
 
EFXANISTAN
 
Gelê Efxen, bi wesîleya biharê ji ewil diçin serdana “Mezar-i Şerîf.” Piştre jî merasîmeke bisorgulan li dar dixin. Merasîma cejnê bi rakirina alê dest pê dike û heta 20 deqeyan didome. Elok tên serjêkirin û di şeva pîrozbahiyê de jî gelek cureyên vexwarinê tên dayîn. Goştê spî ku bo efxanan sembola aştiyê ye, tevî zebzeyên kesk pêşkeşî mêvanan tê kirin. Rengê kesk jî ji bo efxanan tê wateya serkeftinê. 
 
OZBEKISTAN
 
Beriya Newrozê, jinên ozbek li malê dest bi paqijiyeke mezin a biharê dikin. Ji bo ku dîsa zindî bibin, kevirên biçûk ber bi asîman ve diavêjin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jî ciwan di navbera xwe de gelek pêşbirkan li dar dixin.
 
TACIKISTAN
 
Hunermendên ku “Koronî” lê dixin, xelkê vedixwînin semah û pîrozbahiyan. Di Newrozê de cil û bergên gelerî tên berkirin. Yek ji girîngtirîn taybetiya ozbekan jî kofiya bi navê “kum” e ku dişiba kofiya kurdan. Di roja Newrozê de vê kofiyê li xwe dikin. Li gorî baweriya ozbekan, sala nû sembola jiyanê ye û jinên ozbek bi kofiyên xwe re weke “siltanên” pîrozbahiyê xuya dikin. Her wiha dîk û kewan bi hev didin şerkirin, ciwan di navbera xwe de pêşbirkan li dar dixin.
 
QAZAXISTAN 
 
Li gorî baweriya qazaxan, Newroz sembola biharê û bereketê ye. Wisa bawer dikin ku di roja Newrozê de kevirê şîn ê Semerkandê dihele. Xwarineke taybet a bi navê “Newroz guje” tê dayîn. Ev xwarin, weke nîşaneya xelasbûna zivistanê tê dîtin. Ev xwarin, ji heft cureyên dexlî û zebzeyan tê çêkirin û pêşkeşî mêvanan tê kirin. Di pîrozbahiyan de lîstikên bi navên “Qul tuzaq” tên lîstin. 
 
QIRGIZISTAN
 
Tekane welatê ku Newroz du rojan pîroz dike, Qirgizistan e. Roja ewil a Newrozê anku li gorî salnameya Mîladî 21’ê Adarê û 22’yê Adarê weke Newrozên cêwî tên dîtin. Di pîrozbahiyan de xwarina taybet a bi navê “Beş Parmaq” tê çêkirin û lîstika cirîdê tê lîstin. 
 
TURKMENISTAN 
 
Newroza li vî welatî gelemperî bi pêşbirkan derbas dibe. Şerê dik û beranan, pêşbaziya meşa dirêj, kişik û lîstikên cuda tên lîstin. Jinên tirkmen, di roja Newrozê de şirînahiyên ku bi taybet çêkirine didin hemû kesî. 
 
ÎRAN
 
Beriya Newrozê, li Îranê paqijiyeke giştî tê kirin. Li sifreyeke ku bi 7 tefsiyan hatiye xemilandin, 7 xwarinên cuda tên dayîn. Navên her 7 xwarinan jî bi tîpa “S”yê dest pê dike. Di roja 13’emîn a mehê de hemû kes diçe geştê, lîstikan dilîzin, govend tê gerandin û şahî tên lidarxistin. 
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye