Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye

img

AMED - Starta Newroza îsal ku wê li 72 navendan bê pîrozkirin ji aliyê Koma Xebatê Ya Tifaqa Kurdistanê ve bi deklerasyonekê hat aşkerakirin. Di deklerasyonê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û avakirina yekitiya neteweyî hat kirin. 

 
Starta Newroza îsal ku wê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin, li Amedê, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Koma Xebatê Ya Tifaqa Kurdistanê ve bi deklerasyonekê hat dayîn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û aktîvîsta TJA'yê Emel Temel, Serokê Giştî Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD) û PDK-Bakur tevlî civînê bûn. 
 
 
 
Hat hînbûn ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî xwestiye tevlî civînê bibe lê ji ber rewşa hewayê nikaribûye tevlî bibe. 
 
Metna deklarasyonê bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin. Metna kurdî ji aliyê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz û metna tirkî jî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç ve hat xwendin. 
 
Di deklerasyonê de destpêkê qala dîrok û wateya newrozê hat kirin û piştre jî polîtîkayên şer ên ji aliyê deshilata AKP-MHP'ê ve li dijî gelê kurd tên meşandin hatin vegotin. Her wiha di deklerasyonê de daxwaza azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Dîsa hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û partiyên kurd neyên lîstika dijminê xwe û li dijî polîtîkayên li ser yekitiya xwe ava bikin. 
 
Deklerasyona ku hat aşkerakirin bi tevahî wiha ye:
 
"Bi hatina biharê re gelek gel li erdnîgariyên cuda yên Asyayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê Newrozê weke roja hebûna dîrokî, olî û çandî pîroz dikin. Pejirandin û pîrozkirina Newrozê ya ji aliyê gelên din ve, bi zêdekirina naverokên cihêreng ên li erdnîgariyên cihê, Newroz bi wate û bedewiyeke cuda di nava xwe de dewlemend kir. 
 
Ji ber ku Newroz mizgîniya biharê ye, li gelek welatan ev roj bi awayên curbecur tê pîrozkirin lê li vê axê veguheriya roja hebûn û berxwedanê.   
 
Bi kuştina Dahakê zalim a ji aliyê Kawayê hesinkar ve, Kurdan li her derê agirê serkeftinê pêxistin û vê rojê weke Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi vî rengî Newroz; bi koka xwe ya dîrokî ya bi hezar salan ve, di bîra gelê Kurd de, li dijî zilm û zordariyê weke roja îlankirina ku têkoşîn bi serkeftinê bi dawî bû, cihê xwe girt. Navê wê roja ku agirê serhildanê li dijî zilma zaliman hat pêxistin û bi serketinê hat tacîdarkirin Newroz bû. 
 
KURD BÛNE NEWROZ
 
Kurdan bi ked, bedel, xwîn û rondikên hezar salan Newroz kir roja vejîn û berxwedaniya netewî. “Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel.” Newroz îfadeya hebûna gelê Kurd û vîna jiyana azad û demokratîk e. Îro germî û ronahiya agirê berxwedanê yê ku  Kawayê  Hesinkar pêxistiye, bi destê Kawayên hemdem ber bi gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ve diçe. Ji ber ku serkeftina Kawa ya li dijî zilmê di hişmendiya gelê me de cih girtiye,  Newroz her sal bi biryar û coşeke mezin  weke cejin tê pîrozkirin. Ligel vejîna xwezayê Newroz veguherî qîrîna gelê Kurd a “Azadî nasnameya min e”. Bi vê hişmendiya dîrokî em li ser axa geş a erdnîgariya zincîrkirî ya ku bêhna xwîn û barûtê jê tê, ji Newrozeke nû re dibêjin merheba. 
 
Em Newroza 2022’an di serdemeke ku faşîzm û kolonyalîzm hewl dide me di tarîtiya xwe ya qîr de  bifetisîne de pêşwazî dikin. Li himber vê yêkê em di pêvajoyeke dîrokî de dijîn ku berxwedan jî bi hemû heybeta xwe pêk tê. Zilm û zordarî li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Kapîtalîzm bi hilberandina şerên nû, bi şerên wekaletê yên demdirêj ên li ser Afganîstan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê hewl dide ku ji krîz û kaosa kûr a ku tê jiyîn xelas bibe, têkoşîna hegemonyayê bi şerê rasterast ên aliyên li Ûkraynayê re gihîşt qonaxeke nû. Şer tinekirina gelan e û bi gotina “ji şer re na” em bang li gelan dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletên xwe barîkata aştiyê ava bikin. Çareserî; bidawîkirina bilez a şer e û divê Ukrayna bibe pireke bêalî ya aştiyê di navbera Rojava û Rûsyayê de. 
 
BANGA BIDAWÎKIRINA ŞER Û TECRÎDÊ
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neoosmanîzma li dijî Kurdan konsepta şerê topyekûn didomîne, li Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Li ber çavên cîhanê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê  pêk tîne. Ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava, ji bo destkeftiyên ku gelê me bi berdelên mezin bi dest xistine têk bibin, êrîşên hewayî yên li dijî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bênavber berdewam dike. Beriya her tiştî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrîşan dikin. Mixabin ev êrîş ji perçebûna siyaseta Kurd hêzê digirin. Daxwaza sereke ya gelê me ye ku hemû partî û hêzên Kurdistanî dev ji helwest û siyasetên dûrî hesasiyet û berjewendiyên netewî berdin. Li hemberî êrîşên kolonyal û şovenîst ên li dijî gelê Kurd; bi dirûşmeya “Roj roja yekîtiya neteweyî ye” em bang li Partî û tevgerên xwe dikin ku bi yekîtiya neteweyî destkeftiyan biparêzin. Tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî, birêz Ocalan 24 sal in ku di girtîgeha Îmraliyê de, di nava tecrîd û îşkenceyê de tê girtin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hemû rehîneyên siyasî, bi taybetî girtiyên nexweş, di zindanên ku ji ber polîtîkayên tecrîdê veguherîbûn malên mirinê, bi mirinê re rû bi rû man. Biryarên Saziyên Tiba Edlî yên ku radigihînin girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, serbestberdana girtiyên siyasî yên ku înfaza wan bi awayekî keyfî tê astengkirin, siyasî û derqanûnî ne. Em bang li hikûmetê dikin ku ji bo hemû girtiyên nexweş û siyasî, di serî de birêz Ocalan di demeke herî kurt de serbest bên berdan, gavan bavêje.
 
ZIMANÊ KURDΠ
 
Bi rejîma desteserkirinê ya di bin navê qeyûmê de; polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ziman, nasname û çanda gelê Kurd bi taybetî jî li dijî vîna gelê Kurd didomin. Kurdî, ku yek ji zimanên kevnar ê Rojhilata Navîn e,  ji sed salekê zêdetir e ku bi aşkere hatiye qedexekirin. Qulpa dawî ya vê zîhniyeta înkar û qedexeker hikûmeta AKP'ê ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê li aliyekê zimanê kurdî di kanala fermî ya dewletê de weke amûreke propagandayê ya li dijî gelê kurd û siyaseta wê bikar tîne, li aliyê din jî dersa hilbijartî weke qenciya xwe nîşan dide. Perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza herî mezin a Kurdan e û xeta sor e ku di bin tu şert û mercan de dev jê bernadin! Em doza zimanê Kurdî dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Polîtîkayên şerê taybet ên bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê jî di nav de; Şerê topyekûn ê ku li hundir û derve li dijî destkeftiyên Kurdan pêk tê, bûye sedema krîzeke kûr a aborî û dubendîbûna siyasî ya civakê. Ji bo şer hemû îmkanên welat seferber bûne û barê giran ê vî şerî daniye ser milê gel, jin, kedkar û karkeran û civak mehkûmî birçîbûnê kirin. Ji bo ku îflas û têkçûna xwe veşêre, dixwaze HDP'ê bi dozên komployê bigire û bêbandorkirina siyaseta rêxistinbûyî ya demokratîk a Kurd ji xwe re bike armanç da ku temenê xwe dirêj bike. Lê belê, yên ku li ber xwe didin, weke her car wê encamê diyar bikin. Gelê Kurd û dostên wan ên ku li dijî êrîşên bênavber li ber xwe didin, êrîş pûç kirine û wê bikin. 
 
YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Ev hemû êrîş jî berpirsyariyên me tînin bîra me. Em çareseriyê di pêşxistin û berdewamkirina gavên ku me ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê avêtine, dibînin. Bi vê gavê re em ê hıim tekoşina azadiya netewiya Kurdistanê bidin ser milê xwe û ji aliyê din ve jî em bawer dikin keda me wê ji bo demokratikbûna Tirkiyê jî çêbibe. 
 
Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’an bi şîara “Êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewziyên nû ye” pêşwazî dikin. Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e. Gelê Kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’an weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bên cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bikin, daxwazên xwe yên azadiyê biqîrînin û dera ku lê ne Newrozê pîroz bikin. Ji bo ruhê berxwedanê yê jinê ku di 8'ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bikin û ber bi serkeftinê ve bibi, em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin. 
 
Newroza Azadî û Serkeftina Dîrokî li gelê Kurd, Kurdistaniyan û hemû gelan pîroz be." 
 
Li aliyê din di dawiya aşkerakirina deklerasyonê de nûnerên partî û tevgeran jî axaftin kirin û nêrînên xwe yên derbarê Newrozê de aşkera kirin. 
 
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye