Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim

  • jin
  • 14:22 9 Adar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê ev 15 sal in girtiye û îşkenceyên giran lê hatine kirin bi rêya nameya ku şand wiha got: "Zalim tenê dixwazin ez poşman bibim. Ez ê çawa li dijî ewqas zilaliyetê û îşkenceya li min hatiye kitin tobe bikim? Zalim çiqas zilmê û îşkenceyê zêde bikin ez ê ewqas zêdetir bibim leheng."
 
Girtiya kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan a 15 sal in di girtîgehên Îranê de tê girtin bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya ku li Girtîgeha Îstîxbarata Sepah a Kirmaşanê lê hatiye kirin, eşkere kir.
 
Zeyneb Celaliyan di destpêka nameya xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi dil û can 8’ê Adarê li dayika xwe, jinên li hêviya hezkiriyên xwe û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku jinên azadîxwaz her tim li dijî rejîmên dîktator şer kirine û van jinên leheng jî bi xwîna xwe 8’ê Adarê di dîrokê de tomar kirine. Ey zalim, hûn temaşe dikin, ma hûn nabînin bi komkujî, îşkence û zindankirina me jinan hûn nikarin daxwazên me rawestînin. Dema ku jin bi azadiyê hesiyabe û bi rêwîtiya wê de çûbe tu zordarî nikare wê ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne.
 
'ÎŞKENCEYÊN GIRAN LI MIN KIRIN' 
 
Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya lê hatiye kirin wiha aniye ziman: “Dema ku di destê zordarên Komara Îslamî de bûm, ez bi vê yekê hesiyam. Cilên min li ser laşê min çirandin, çavên min girtin, dest û lingên min bi cihek hesinî ve zincîr kirin û dest bi îşkenceya giran kirin. Bi kabloyê qamçî li bin lingên min xistin, lingên min werimîn û birîn bûn. Ewqas îşkence li min kirin ku êdî min hîs nedikir. Tevahiya laşê min tevizî bû, êdî min nikaribû laşê xwe kontrol bikim, min pantorê xwe şil kiribû. Erê şerm e, lê ez bi xwe ne jî ji bo kesên ku ev karesat bi serê min de anîne, nizanim. Ey wijdanên şiyarbûyî, mafê we ye ku hûn wan gunehbar bikin, ji bilî azadî û wekheviya mirovan tu daxwazek din tuneye û yên ku ji bo berjewendiyên xwe ev qas îşkence li min kirine sûcdar in?! an ez?!.”
 
EW BI HÊVÎ YE KU WÊ JIN BIGIHÎJIN AZADIYA XWE 
 
Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de gazî her kesî kir ku li dijî îşkenceyê rabin û got: “Bi xwe wan gunehbar bikin, ez bi qasî deh sal berê wiha nebûm, hemû ji îşkencê bûye. Dema ku îşkencekaran ez êşandim, tişta ku ji min re mabû, bîr û baweriyên min û hêviya min ji bo jinên têkoşer û paşerojê bû. Heger ez bêjim ku pênûs nikare derdê min binivîsîne ez mezin nakim, ji ber ku min beşek biçuk ji îşkenceya xwe ji we re got. Hêvîdar im di vê roja bi wate de hemû jin bigihin azadiya xwe.”
 
'DIVÊ EM JI BO AZADIYÊ BEDEL BIDIN' 
 
Zeyneb Celaliyan wiha axiviye: “Carinan ez difikirîm ku ez li ku derê dinyayê me, an jî li ku derê di wextê xwe de asê mam. Ez çiqas hewl bidim jî ez ê rêyekê nebînim. Ma ev mafê min e? Ji bo ku şahidiya darvekirina hemwelatî û xizmên xwe bikim û nefes negirim?! Şer, kîn, durûtî, kuştin û îşkence ev hemû tişt di dema herî asayî de pêk tên û zaliman ji bo her sûcekî xwe sedemek an hincetek heye û ji bo min ya herî bi êş ev e. Ey jinên wêrek û fedakar, gotina ku agir dudil e bêje. Ez mirinê ji tu kesî re, ji zaliman re jî naxwazim. Em bi hev re li dijî zaliman têbikoşin ku em bi keda xwe zaliman ji welatê xwe derbixin. Ji bo ku sibehê em ji jinên jiyana xwe ji dest dane şerm nekin. Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin.”
 
'EZ WÊREKTIR Û BERXWEDÊRTIR DIBIM' 
 
Zeyneb Celaliyan nameya xwe wiha bi dawî dike: “Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan; Jineke kurd ku di girtîgehê de şahidê bi sedan tawanên Komara Îslamî bû û bû şahidê îftira, heqaret, îşkence û ji hemûyan xerabtir îdamkirina deh hevalên min ên girtî. Ma êşek ji vê mezintir heye?! Ev zaliman tenê ji min dixwazin ku ez poşmaniya xwe bînim ziman. Ma gelo ji dîtina vê zilm û zorê ya min bi çavê xwe dîtî çî heye yan jî çawan poşman bibim? Bawer bikin, her ku zalim zilm û îşkenceyê li ser min zêde dikin, ez wêrektir û berxwedêrtir dibim."

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye