Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin

  • jin
  • 11:33 9 Adar 2022
  • |
img
WAN - Jinên ku tevlî mitînga 8'ê Adarê ya Wanê bûn, diyar kirin ku wê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin û ev tişt gotin: "Em ê azadiya Ocalan û girtiyên nexweş biqîrin"
 
Duh ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a HDP'ê ve li Parqa Mûsa Anter a Wanê bi dûrişmeya “Dem Dema Azadiya Jinan e” mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ku li qada mitîngê hatin gelhev azadiyê qêriyan. Jinên ku tevlî mitîngê bûn, diyar kirin ku wê bi coşa 8'ê Adarê biherikin qada Newrozê û bang kirin ku ji niha ve amedekariyên Newrozê bên kirin.  
 
VEXWENDINA NEWROZÊ 
 
Tûgba Çîftçî, qala dîroka zet û tundiyê kir û ev tişt got: "Zilma li ser jian ne tenê lêdan û kuştine. Di her warî de zilm didome. Ji tenduristî, perwerde û çandê bigire heta wêjeyê di her warî de jin tên paşguhkirin. Divê êdî jin li dijî vê paşverûtiyê serî hildin. Meha adarê ji bo jinên kurd gelek girîng e. 8 û 21'ê Adarê rojên ku di wan de azadî tên qîrkirin. Ji ber vê em hemû jinan vedixwînin Newrozê."
 
SERHILDAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ
 
Jina bi navê Rojan Bûlût jî bi lêv kir ku wê jin li dijî zextan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestin û ev tişt anîn ziman: "Timik zext li jinan tê kirin. Em van tiştên tên kirin qebûl nakin. Armanca me ya li vir serîhildana li dijî van zextan e. Em ê bi têkoşînê dawî li van zextan bînin. Niha li welat faşîzm li ser jinan tê meşandin. Lê bi taybetî jinên di bin êrişên dewlet û zilam de vê serhildanê ji tevahiya dinyayê re ragihînin."
 
YEKITÎ ŞERT E
 
Leyla Suyet jî got ku li her qada jinayê li dijî zilma ku li wan tê kirin li ber xwe didin wiha axivî: "Divê em mîna 8'ê Adarê bibin yek û biherikin qada Newrozê û hêza xwe deynin holê. Ji bo tiştên tînin serê jinan divê herkes serî hilde. Em jin êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Lê ji bo ku ev bên kirin divê em bibin yek."
 
'JI DEWLETÊ HÊVIYA ME TUNEYE'
 
Zerî Abî jî destnîşan kir ku ew girtina jinên polîtîk ku ji ber nirxên diparêzin tên girtin qebûl nakin û wiha got: "Roja hemû jinan pîroz dikim. Bila êdî cinayetên jinan nebin. Heke jin bibin yek wê azad bibin. Divê hemû jin bên qada Newrozê û bertekên xwe bînin ziman. Em ê li qadan bibêjin, 'Em hene û azad bibin'. Ji dewletê hêviyeke me tuneye. Em ê mafên xwe bi têkoşînê bigirin."
 
'JI BO OCALAN Û GIRTIYAN AZADÎ'
 
Herî dawî jina bi navê Nîmet Abî jî da zanîn ku wê di Newrozê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin û wiha pêde çû: "Êdî em naxwazin ne tirk ne jî kurd bimirin. Em ji bo herkesî doza azadiyê dikin. Divê jinên kurd hem ji bo Ocalan hem jî ji bo girtiyên tişta ji destê wan tê bikin. Demildest bigihîjin azadiya xwe. Em ê jî li qadan ji bo girtiyan azadiyê biqîrin. Ev Newroz ji bo me wê bibe serhildan. Ji ber vê dixwazim herkes tevlî Newrozê bibe."
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye