Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan

img

WAN - Li dijî tecrîd û qirkirina jinan, jinên Wanî bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn qadên 8’ê Adarê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya hevalên xwe girtî têbikoşin û dê sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan. 

Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Wanê ku bi pêşengiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” hatiye amadekirin, li Parka Mûsa Enter bi coşeke mezin dest pê kir. Jinên ku ji gelek deverên bajêr ber bi qada mîtîngê ve diherikîn, li çar noqteyên kontrolê derbas bûn û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin qadê. Jinan, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn qada mîtîngê xemilandîn, lolîpop û dowîzên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Ez jin im, ez kurd im”, “Êdî bes e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîba Gezer nemir e” û “Êdî bes e, dem dema jinan e” vekiribûn. Lê hêzên ewlekariyê nehêlan ku jin lolîpopên bi nivîsên “Ekîn Wan” û “Garîbe Gezer” têxin qada mîtîngê. Bi nêzbûna destpêkirina mitîngê re jî jinên li ber avahiya HDP’ê kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan ber bi qada mitîngê ve meşiyan. 
 
 
‘JINÊN KURD ŞOREŞ KIR’
 
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Komîteya Amadekar Ayşe Mînaz axivî. Mînaz, diyar kir ku 8’ê Adarê yek ji rojên sembole lê belê bi salane rêhevalên wan ji bo dinyayeke wekhev, azad, bêkedxwarî, bêtundî û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têkoşiyan û canê xwe feda kirin. Mînaz, destnîşan kir ku têkoşîna jinan a herî dijwar li vê erdnîgariyê hatiye dayîn û wiha domand: “Têkoşîna jinan a ji bo mirovahiyê ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya me dide, li pey xwe lehengiyên destanî hişt. Ev jinên leheng, bûn pêşengên civakê û hêza veguherandinê. Bi kurt û kurmancî jinên kurd, di her qadên têkoşînê de şoreş kirin. Civak guherand, veguherand û mîrateyeke baş ji nifşên pêşerojê re hiştin. Ji bo jinên cîhanê bûn mînak, pêşengtî kirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê neqişandin.”
 
 
 ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’
 
Piştre jî hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axivî û got ku jinên kurd, azadî ava kir. Karakoyun, destnîşan kir ku jin bi vîna xwe têkoşîneke mezin dide û wiha pê de çû: “Têkoşîna me, li dijî kujerên jinan ên biûnîforma û tecawizkaran e. Rizgariya jinan, di sekn û xwebirêxistinkirina wan de ye. Em ê nehêlin ku tenê yek jineke din li vî bajarî bê kuştin. Em zilamên biûnîforma hişyar dikin; tu jinek bi tenê nîne. Divê hûn baş bizanin ku dê vê dinyayê bi serê we de hilweşînin û dê hesabê her sûcekî ji we bipirsîn. Destên xwe qirêjî ji jin û zarokan bikişînin.”
 
‘EM PEYAMÊ DIDIN HEMÛ JINÊN CÎHANÊ’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli jî anî ziman ku herikîna jinan a qadan, ji bo hemû jinên cîhanê peyama wekhevî û yekitiyê ye û wiha domand: “Mîna li her devera cîhanê, li Wanê jî jin îro ji bo dinyayeke azad û adilane li refên têkoşînê yên pêşîn cih girtine. Ev meş, ji Rosayan heta Leyla Qasim, Arîn Mîrkan û Leyla Guvenan meşa azadiyê ye. Jin, rengekî di navbera erê û nayê de ne. Em ji jiyan, hezkirin, jiyaneke însanî, aştî û azadiyê re dibêjin erê lê belê ji bi vîneke ji polan re ji zilm, nefret, tacîz û destdirêjiyê re dibêjin na.” 
 
 
Piştî axaftinan jî hunermend Şîlan Dora derket ser dikê û stranên xwe dibêje. 
 
DÊ BULDAN BANGÎ JINAN BIKE
 
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî dê di mitîngê de biaxive. Piştî axaftina Buldan, dê mitîng bi konsera Rojda û Rewşen Çelîker berdewam kir. 
 
 
'TÊKOŞÎNA ME DIDOME' 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û wiha axivî: "Em her cureyên şîdetê bi tundî şermezar dikin. Kesek bigota dê jin rêxistinbûna xwe ava bike, meclîsa xwe avabike, di parlamentoyê de koma xwe ava bike, wekheviyê di hemû mekanîzayan de pratîze bike nedihat bawerkirin. Lê îro em dibînin ku jin di wan tiştan de bi ser ketiye. Bi milyonan jin gihaştin û ji bo mafê xwe têdikonin. 
 
Niha jî li vî welatî hebûna jinan tê înkarkirin, tên girtin û bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Li dijî vê divê  jin xwe birêxistin bike û têkoşîna xwe bidomîne. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin. Li Ukranyayê şer heye, em her tim li dijî şer derdikevin. Ji ber ku di şer de herî zêde jin û zarok hedef tên girtin. Em ê her tim li dijî şer derkevin, ji ber ku tu pirsgirek bi şer nayê çareserkirin. 
 
Di nava mehekî de li Tirkiyeyê 26 jin hatin qetilkirin û ev tişt ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê pêk tê. Zîhniyeta mêr, daraza mêr û îqtîdara mêr dibin sedema mirina jinan. Kujerên jinan bi tu awayî ceza nagirin û di nava civakê de serbest digerin. 
 
Li girtîgehan mafê bihezaran girtiyan tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Em ê şopdarên daxwazên dayikan bin. Em ê ji bo azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Ev sedsala sedsaleke zehmet e û her wiha berxwedaneke bi rûmet tê dayîn. Sedsala bê dê bibe sedsala jinan. Ez ji vir bang li her kesî dikim ku tevlî Newrozê bibin."
 
Mitîng bi govend gerandinê berdewam kir. Pişt re hunermend Rojda derket ser dikê û stranên xwe yên ji hevxweştir strî û jinan li ber stranan govend gerandin. Pişt re jî mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye