NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan jin daketin kolanan û ji bo mitîngên 8'ê Adarê bang kirin û ev tişt gotin: "Rihê têkoşînê yê bi hezaran salên didome wê berdewam bike û têkoşîna jinan bi serkeve."
Li bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TAJ) û Meclisa Jinan a HDP'ê jin li gelek navendan daketin kolanan û tundiya zilam û dewletê ya li ser xwe şermezar kirin. Jinan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser tecrîda li girtîgehan û rewşa girtiyê nexweş û destnîşan kirin ku dûrişmeya wan a îsal "Dem dema azadiya jinan e" û ji bo ku bi yek dengî biqîrîn banga beşdariya mîtingên 8'ê Adarê kirin. Her wiha gelek sazî û rêxistinên jinan jî daxuyanî dan û qala têkoşîna jinan û polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan kirin.
Di vê çarçoveyê de li bajarên mîna Wan, Êlih, Riha, Şirnex û Sîlopî bi hezaran jin daketin kolanan û çalakî li dar xistin.