AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de rêveberên HDP’ê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de 8 kes hatin binçavkirin. Di heman demê de bi ser mala Agît Îpek ê PKK’î de jî girtin ku cenazeyê wî bi kargoyê ji malbata wî re hatibû şandin. Di dema serdegirtinan de polîsan li malan lêgerîn kirin.
6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Hat zanîn ku di serdegirtina malan a li Amedê de heta niha 6 kes hatine binçavkirin. Di serdegirtinan de endama Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Halîde Turkoglu û Îlknûr Saymak, Helen Olçen, Nûrten Bîngol, Rojhat Karakoç û Mehmet Faruk jî hatin binçavkirin. Hemû binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.
LI EDÎRNEYÊ HATE BINÇAVKIRIN
Her wiha Rêveberê HDP’a Amedê Mûrat Onder li Edîrneyê û kesekê bi navê Erol Çîftçî jî li Enqereyê hate binçavkirin. Tê payîn ku dê Onder û Çîftçî bînin Amedê.
Dozgeriyê ji bo lêpirsînê biryara nepeniyê da lewma nayê zanîn bê ka ev kes ji ber çi sedemê hatine binçavkirin.