AMED - Li Amedê 10'emîn Fûara Înşatê ya Mezopotamyayê hat vekirin û gelek karsaz beşdar bûn.
Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), 10'emîn Fûara Înşatê ya Mezopotamyayê li Navenda Fûara Navnetewî û Kongreyê ya Mezopotamyayê hat vekirin. Gelek kersazên Amedê, karsazên ji Hewlêrê, Silêmaniyê û gelek bajarên din hatibûn beşdarî vekirina Fûarê bûn.
Di destpekê de Serokê Rêveberiya ALZ Grubê Cîhat Alagoz axivî. Alagoz da zanîn ku ê îsal 10’emîn Fûara Înşatê li dar dixin û bi vê fûarê re dê dest bi heyama nû ya înşatan bikin.
Seroka Borsaya Bazirganan a Amedê Engîn Yeşîl û Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya jî axivî û behsa girîngiya fûarê kir.
Piştî axaftinan bi merasîmekê beşdaran kurdeleya vekirinê birî û li hundirê fûarê geriyan. Fûar dê heta 6'ê adarê berdewam bike.