NAVENDA NÛÇEYAN - Duh dihat payîn di navbera şandeyên Rûsya û Ûkraynayê de hevdîtina muzekereyê were kirin, lê taloqî îro hat kirin. Ûkraynayê ragihand ji bo hevdîtina bi şandeya Rûsyayê re şandeya wan bi helîkoptêrê derketiye rê.
Şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê de hefteyek li pey xwe hişt. Duh dihat payîn ku di navbera şandeyên Rûsyayê û Ûkraynayê de li Belarûsê hevdîtina tûra duyemîn a muzakereyê were kirin. Lê hevdîtin taloqî îro hat kirin. Artêşa Rûsyayê li qeraxên bajarên Derya Reş li pêş dikeve. Ûkrayna ji bo ku Kîevê biparêze pirên li bajêr diteqîne.
Geşedanên li ser xeta Rûsya û Ûkraynayê diqewimin, kêlî bi kêl wiha ne:
20.59 RÛSYA Û ÛKRAYNA JI BO KORÎDORA MIROVÎ LI HEV KIRIN
Tûra dudoyan a guftûgoyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi dawî bûn. Hat daxuyandin ku dê tûra sisêyan a hevdîtinan bê kirin. Di hevdîtinê de her du alî jî ji bo tehliyekirina sivîlan di warê çêkirina korîdorên mirovî de li hev kirin.
18.02 TÛRA 2'YAN A HEVDÎTINÊN RÛSYA-ÛKRAYNAYÊ DEST PÊ KIR
Hat diyarkirin ku tûra dudoyan a hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê dest pê kirine. Rayedarekî Kar û Barên Derve yê Belarûsê, diyar kir ku şandeyên Rûsya-Ûkraynayê ji bo tûra dudoyan a hevdîtinan li hev kom bûne.
15.40 LI RÛSYAYÊ ROJNAMEVANÊN DIJÎ ŞER DEST JI KAR BERDAN
8 kesên ku di medyaya dewleta Rûs de dixebitin bi boneya ku bi darê zorê hatiye xwestin ku biçin qada şer û dagirkeriyê ya Ûkraynayê dest ji kar berdan.
15.00 ŞANDEYA ÛKRAYNAYÊ ÇÛ HEVDÎTINÊ
Li gorî daxuyaniya ji Ofîsa Serokatiya Dewleta Ûkraynayê hat belavkirin, şandeya Ûkraynayê ji bo hevdîtina bi şandeya Rûsyayê re bi helîkoptêrê derketine rê.
14.43 MACRON BI PUTÎN RE AXIVÎ
Fransa Cumhurbaşkanı Emmanuel Macron eşkere kir ku ew bi qasî 90 deqîqeyê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kiriye.
13.45 PESKOV: EM LI BENDA ŞANDA ÛKRAYNAYÊ NE
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku şanda Rûsyayê ji bo hevdîtinan li benda şanda Ukraynayê ye û got: "Belkî eceleya wan tune ye." Peskov ji rojnamevanan re got: “Hûn dizanin heyeta me duh êvarê da. Wan çaverê dikir ku danûstandinên Ukraynayê şeva borî pêk werin. Serê sibê jî li bendê bûn. Bi rastî, ew hê jî li bendê ne. Hûn dizanin ku muzakere dest pê nekirine. Wisa xuya dike ku şandeya Ûkraynayê lez nake. Em hêvî dikin ku îro werin.”
12.51 TÊ PAYÎN HEVDÎTIN SAET LI 15:00’AN DEST PÊ BIKE
Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê û serokê şandeya Rûsyayê, Vladimir Medinskiy diyar kir ku ew nûçeyên ku gotine cih û dîroka hevdîtina tûra duyemîn a muzakereyan neguheriye û dibe ku hevdîtin saet di 15:00'an de dest pê bike.
12.25 LAVROV: EM DIXWAZIN DIYALOG BÊN KIRIN
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji çapemeniyê re axivî û got: "Ez bibawer im dê hestên me biguherin û hevkar û hevpîşeyên me yên rojavayî dê li şûna diyalogê tevbigerin. Em diyalogek li ser esasê wekheviyê dixwazin. Divê em ji bo berjwendiyên hevûdu bifikirin. Em ê rê nedin gefên leşkerî yên Ûkraynayê.”
12.20 ZELENSKIY: ÛKRAYNA LI BER XWE DIDE
Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy destnîşan kir ku Ûkrayna li dijî êrişên Rûsyayê xeta parastinê çêkiriye û li ber xwe dide.
11.52 ELMANYA ÇEK ŞANDIN ÛKRAYNAYÊ
Almanyayê ragihand ku ew ê 2 hezar û 700 mûşekên din ên dijî hewayî bişînin Ûkraynayê.
11.47 RÛSYA: HEVDÎTIN DIKARIN SIBEROJÊ DIYAR BIKIN
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku hevdîtinên aştiyê yên bi aliyê Ûkraynayê re “siberojê diyar dikin.” Ryabkov her wiha rexne li welatên rojavayî kir ku "bi awayekî neaqilane zêde çek didin Ûkraynayê.” Ryabkov diyar kir ku her çend ji ber rewşa Ûkraynayê têkiliyên wan gelekî aloz bin jî, niyeta wan tune ku diyaloga bi Amerîkayê re qut bikin. Tê payîn ku gera duyemîn a hevdîtinan îro dîsa li Belarûsê pêk were.
11.05 GIRTINA RADYOYÊ
Gerînendeyê Weşana Giştî yê radyoyê Echo Moskvy Alexey Venicetov ku bi weşanên xwe yên rexnekirina Kremlînê li Rûsyayê navdar e, ragihand ku Lijneya Rêvebir biryar da ku radyo û malpera wê enternetê bigire.
10.22 15 HEZAR TURÎST NIKARIN VEGERIN RÛSYAYÊ
Ji Komara Dominikê daxuyanı hat dayın ku nêzî 15 hezar turîstên rûs ji ber qedexekirina firîna balafirên Rûsyayê nikarin vegerin welatê xwe. Rêveberiya welat ji turîstan xwest heta ku rotayek firînê ji wan re bê dîtin li hotêlan bimînin.
09.57 MILYONEK KES JI ÛKRAYNAYÊ KOÇ KIRINE
Komisertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku heta îro milyonek kes ji Ûkraynayê veqetiyane ango koç kirine.
06:52: 15 HEZAR KES LI XWE LI METROYAN GIRTINE
Midûrê Îdareya Metroya Kîevê Viktor Brahinski daxuyand ku kesên ku xwe li îstasyonên metroyê ragirtine hejmara wan gihîştiye 15 hezaran.
02.20 ZELENSKIY ÎDIA KIR KU 9 HEZAR LEŞKERÊN RÛS HATINE KUŞTIN
Serokê Dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy îdia kir ku di hefteyekê de 9 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin.
02.15 PERSONELEK AGÎTÊ MIR
Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT) daxuyand ku personelek wan ku ji Mîsyona Çavdêriya Taybet a Ûkraynayê wezîfedar e, di êrişa bombebaranê ya ji aliyê artêşa rûs ve hatiye kirin li Harkovê miriye.
02.00 39 WELATAN GILÎ KIR
Serdozgerê Dadgeha Cezayê Navnetewî (UCM) Kerim Han ragihand ku serlêdana ku sûcên li Ûkraynayê hatine kirin ji bo wan hatiye kirin. Han got ev serlêdan ji 39 welatan bo wan hatiye kirin.
01.50 BANKAYA DINYAYÊ HEMÛ BERNAMEYÊN XWE YÊN RÛSYA Û BELARÛSÊ SEKINAND
Bankaya Dinyayê daxuyand ku hemû bernameyên xwe yên li Rûsya û Belarûsê betal kirine.
01.30 AMERÎKA MOŞEKÊN STÎNGER ŞANDIN ÛKRAYNAYÊ
Çavkaniyên Amerîkî ku nexwestin navê xwe bidin diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê wek alîkariya leşkerî bi sedan moşekên parastina hewayî Stinger şandine Ûkraynayê.
01.10 NY: HERÎ KÊM 227 SIVÎL MIRIN
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Komisertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) hatiye dayîn di şerê ji 24’ê Sibatê dest pê kiriye heta niha bi giştî 227 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 525 sivîl jî birîndar bûne.
00.20 PUTIN, BI SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎL Û HINDISTANÊ RE HEVDÎTIN KIR
Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin bi Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi hevdîtin kirin. Qesra Kremlinê derbarê van hevdîtinan de daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinan de li ser operasyonê axaftin hatine kirin.