Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin

  • jin
  • 09:21 3 Adar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzdî ku li Şengalê dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kirine gotin: "Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin."
 
Li seranserî cîhanê xebatên jinan ê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kirin. Jin wê îsal jî hem li dijî tundî, tecawiz û tacîzê û hem jî ji bo azadiya xwe li qadan bin. Li Şengalê ku beriya qetlîama DAIŞ'ê, 8'ê Adar nedihat pîrozkirin, piştî rizgarkirina Şengalê jinan dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê kir. Jinên êzdî dê îsal bi daxwaziya bi dawikirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî li qadan bin. Li Şengalê di L26'ê sibatê de starta 8'ê Adarê hatibû dayîn. Jin li taxan, gund û bajarokan bênavber xebatên xwe berdewam dikin. Jinên êzdî bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û daxwaza azadiyê bilind bikin. 
 
 
'EM XWE DIGIHÎNIN HER JINEKÎ' 
 
Ji jinan Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Emşê Reşo, anî ziman ku pêdiviya jinan bi berxwedanê heye û ew jinên ezdî wê her rojekî vegûherînin 8'ê Adarê û wiha axivî: "Ez di serî de 8'ê Adarê li hemû jin û dayikan pîroz dikim. Beriya fermanê 8'ê Adarê ji aliyê jinên Êzidî ve nedihat pîrozkirin û bi tu awayî xebatek nedihat meşandin. Lê piştî fermanê guhertinên mezin çêbûn. Di her qadên civakî de jin cihê xwe digirin. Xebatên me bênavber berdewam dikin. Li ku derê jinek û dayikek hebe em xwe digihîninê. Em ji bo jiyaneke azad xwe digihînin jinan. Em bo ku jin azad bibin û çavên wan êdî li dinyayê vebin xebatên xwe didin meşandin. Jin axa xwe, derdora xwe û warê xwe diparêzin. Ji ber ku kesên ku parastina xwezayê û civakê dike em in. Divê em çavê xwe û guhên xwe vekin. Li ku derê jinek, dayikek hebe divê di 8'ê Adarê de li qadan bin." 
 
'JIN ROLÊN CIVAKÎ QEBÛL NAKIN'
 
Endama TAJÊ Neam Şengalî jî diyar kir ku beriya niha hişmendiya ku hebûna jinan qebûl nedikir niha ji bo azadiya jinê tedikoşe û got: "Jin li ku derê bin divê 8'ê Adarê pîroz bikin. Çimkî 8'ê Adarê rojeke pîroz e. Ji ber wê jî pêwîste ku jin xwedî li wê rojê derbikevin. Em careke din neheqî û bindestiyê li ser xwe qebûl nakin. Heta niha jin her tim di bin desthilatdariya mêr de bûn û gelek neheqî li jinan hat kirin. Lê belê bi saya tekoşina ku jinan da, niha zilma li ser wan ne weke berê ye. Jin zana bûne û li berxwe didin. Jin êdî dikare her tiştekî bike. Çimkî êdî ew hêz û qeweta wê heye. Li vir jin gelek pêşketine. Tu tişt ne weke beriya fermanê ye. Beriya fermanê jin ji malê dernediketin. Tenê karê wan xizmeta zilam û xwedîkirina zarokan bû. Lê belê jin niha van rolên civakî ku li wan tê ferzkirin qebûl nakin û serî hildidin. Bi her awayî jin dikarin li ber xwe bidin û li hemberî vê hişmendiyê bisekinin." 
 
WÊ AZADIYA OCALAN BIXWAZIN
 
Şengalî, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî fermanê li gel avakirina Meclisên jinan, li herêmê azadiya jinan a ku tune dihat hesibandin niha ji nûve xwe birêxistin kiriye û wiha got: "Niha gelek ferq û cudahî di navbera beriya fermanê û niha de heye. Li Şengalê di vê hêlê de gelek xebatên pîroz hatin meşandin. Gelek meclisên nû hatin avakirin. Dema ku zilamek tundiyê li jinekî dike ev ji meclisên jinan re tê ragihandin û pirsgirêk bi vî awayî tê çareserkirin. Niha mêr nikare weke beriya fermanê neheqiyê li jinan bikin. Di berê de dema ku jinek heta sûkê jî diçû hevjînê wê yan destê wê dişikand û yan jî bi cureyeke din tundî lê dikir. Niha em gelek keyfxweşin ku li Şengalê Meclisên jinan hatine avakirin. Li Şengalê çi pirsgirêk çêbibe bi saya van meclisan tê çareserkirin. Mêran digot, 'Bila jin di nava civatê de rûnenin. Bila ji malê dernevekin'. Lê niha ne wisa ye. Ev jî bi saya birêz Ocalan çêbû. Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin." 
 

Sernavên din

04/03/2022
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin