Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin

img

AMED - Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet a li hemberî kurdan de esker, polîs û cerdevan xwedî roleke çalak in. Sûcên ku ev kes li hemberî zarok û jinan dikin, bi polîtîkaya bêcezatiyê ya bi destê darazê zêdetir dibin. 

Li bajarên herêmê herî zêde jin bandorê ji pêkanînên polîtîkaya şerê taybet digirin. Di sala 2021'ê de pêkanînên wekî destdirêjî, bişavtin, sîxurtî, fuhûş û tiryakê sirateyî gundan jî kirin. Ên di vê polîtîkayê de bi awayekî çalak tevdigerin jî esker, polîs û cerdevan in. Her wiha polîtîkaya bêcezatiyê hîn bêtir rê li ber van kesan vekiriye. 
 
EMÎNE KARAKAŞ
 
Aslan Karakaş (34) ku bi salan li navçeya Bismil a Amedê tevî malbata xwe cerdevantî kiriye, di 4'ê Sibata 2021'ê de zewac li xizma xwe Emîne Karakaş (16) salî kiribû. Her wiha cerdevan Karakaş ji bo Emîne Karakaş pêre bizewice destdirêjî wê kiribû û gef lê xwaribûn. Herî dawî jî bi çekê Karakaş a 16 salî bi giranî birîndar kiribû. Karakaş, 138 rojan li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatibû dermankirin û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû. Kujer Karakaş jî piştî 167 rojan teslîm bûbû. Her wiha nehatibû hiştin ku cenazeyê Emîne Karakaşê li gund jî bê definkirin. 
 
DESTDIRÊJÎ
 
Di Cotmeha 2021'ê de derketibû holê ku li gundekî navçeya Pasûrê mele Hamdûsena C. dest dirêjî 10 zarokên keç ên temenê wan di navbera 9-12 salan de kiriye. Piştî mamosteyê zarokan haya cendirmeyan pê xistibû, malbata mele gef li mamoste xwaribûn. Her wiha cerdevan jî ji bo giliyê mele neyê kirin gef li malbatên zarokan xwaribûn. Hamdûsena C. piştî bertekên raya giştî hatibû girtin. 
 
CERDEVANAN EW QETIL KIR
 
Li navçeya Bismilê di 18'ê Tîrmeha 2020'an de ji ber erdan zirbira bi hev ketibûn. Di şer de Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) hatibûn kuîtin. Sercerdevan Mahmût Karaarslan û kurê wî cerdevan Sîdar Karaarslan hatibûn girtin û di 16'ê Mijdarê de hatibûn berdan. 
 
FUHÛŞ Û BÊCEZATΠ
 
Li navenda Colemêrg û Şirnexê û hin navçeyên wan di Cotmeha 2021'ê de kesekî ku tê gotin "çawîşê pispor" e, li xwe mikur hatibû û hin dîmen belav kiribûn. Bi van dîmenan re çeteyeke ji esker û cerdevanan pêk dihat kişf bûbû. Ji ber vê çeteya ku 3 sal berê hatibû avakirin û bi şantajê jinan daxilî nav fuhûşê kiribû, jinek hatibû kuştin û jinek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû yek jê jî hewl dabû xw ebikuje. Şahidekî ku nexwestibû navê wî bê eşkerekirin di ser 70'yî re navê esker û cerdevanên di nav vê çeteyê de gotibûn. 
 
Serdozgeriyên Çelê û Geverê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabûn destpêkirin. Heya niha du kesan îfade daye. 
 
HÊ JÎ LI SER KAR E
 
Di sala 2019'an de derketibû holê ku cîgirê Midûrê Lîseya Anadolûyê ya Merkezê ya Cizîrê û nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Bûrak Ercan dets dirêjî zêdetirî 40 xwenekaran kiribû. Ercan, bi awayekî negirtî tê darizandin û niha li Stenbolê li dibistanekê dixebite. 
 
ÇAWÎŞÊ PIRSPIR HAT BERDAN
 
Li Wanê di 25'ê Citmeha 2021'ê de çawîşê pispor Talîp Korcan destdirêjî du xwendekarên lîseyê kiribû. Korcan di 27'ê Çileyê de bi hinceta îfadeyên şahidan li her derneketine hatibû berdan. 
 
Jina bi navê S.S. di 24'ê Mijdara 2021'ê de li Amedê serî li Komeleya Jinan a Rosayê dabû û bi vê serlêdanê re derketibû holê ku di 8'ê Nîsana 2021'ê de polîsê bi navê Enes A. ê li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê dixebite dest dirêjî wê kiriye. Piştî vê cardin derketibû holê ku heman polîs 30 jinên din jî mexdûr kiriye û ji ber vê derbarê wî de 4 lêpirsînên îdarî hatibûn destpêkirin. Peywira polîstiya parastinê ya Enes A. hatibû betalkirin û li noqteya kontrolê hatibû peywirdarkirin. 
 
DADGEHÊ BIRYARA BERAETÊ DA
 
Li Mêrdînê çawîşê pisprê ê Fermandarîya Alaya Mekanîze ya 70'yan a Mêrdînê  Omer Ayas, ji Kanûna 2018'an heya Hezîrana 2019'an bi awayekî sîstematîk destdirêjî jineke19 salî kiribû. Ayas ku bi mirinê gef li jinikê xwariye û tahde lê kiriye, her cara ku dest dirêjî wê kiribû jê re gotibû ger ji kesekî re bêje dê wê bikuje. Piştî ku jinikê giliyê wî kiribû, lêpirsîn hatibû destpêkirin û paşê doz hatibû vekirin. Lê çendî di dosyeyê de qeydên deng ên Omer Ayas hebûne û di van dengan de li xwe mikur hatibû ku destdirêjî kiriye jî, dozgeriyê bereksê wî tevnegeriyabû û guh li parastina wî kiribû. Dozgeriyê di muatalaaya xwe ya beriya danişîna biryardayinê de doza beraeta wî kiribû. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de derpêş kiribû ku derbarê destdirêjiya bi darê zorê de tu delîl tune ne.
 
GEFXWARIN
 
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, jinekê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y.'yê ku bi çekê gef lê xwaribûn kiribû. Li gor agahiyên bi dest ketibûn, jinik du sal berê bi rêya hevaleke xwe çawişê pispor nas kiriye. Piştî jinikê daxwazên çawişê pispor qebûl nekirine, çawîş jî bi mirinê gef lê xwariye. Piştî gefên bi mirinê li ser hev du hatine xwarin, jinik jî çûye Navenda Polîsan a Yenîşehîrê û gilî kiriye. Lê polîs jê re gotine  "Tu gilî bikî jî wê tiştek jê derneyê. Wê îfadeya wî bê girtin û wî berdin." Piştî vê cardin gefên çawîş dewam kirine û bi ser de jî profîla hesabê twîtterê yê Parlementerê MHP'ê yê Yozgatê û Endamê Komîsyona Mecrayên Dijîtal a Meclisê Îbrahîm Ethem Sedef jê re dişîne û dibêje, "Ger tu dixwazî ez dev ji te berdim, divê tu bi vî kesî re hevdîtinê bikî. Tenê ev kes dikare min bide sekinandin. Û zanibe bê ka ev kes kî ye." 
 
Li gor tiştên ku jinikê ragihandibûn çawişê pispor li ser hev du gef lê xwarine û di destpêka meha Çileyê de li ber Zanîngeha Artûklûyê pêşî lê biriye û wê bi zorê biriye cihekî bêdeng.  Li vir berê çekê daye wê, cardin bi mirinê gef lê xwarine û jê re gotiye: "Ger tu dixwazî dev ji te berdim, divê tu 50 hezar TL bînî. Yan na ez dev ji te bernadim."
 
Li gor agahiyên bi destketin çawîşê pispor Mehmet Mûstafa Y. hê jî li ser kar e û derbarê wî de tiştke nehatiye kirin.
 
LI CIHÊ POLÎSAN FUHÛŞ
 
Li Wanê Midûriyeta Polîsan a Bajêr di 16'ê Çileyê de di çarçoveya operasyona fuhûşê de avêtibûn ser hêwaneke masajê. Di avêtina ser hêwanê du du ke shatibûn binçavkirin û ev he rdu kes polîs bûn. Jineke ku berê di hêwana masajê de xebitiye di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de diyar kiribû ku 2 şirîkên hêwana masajê polîs bûne û beriya operasyon bê kirin bi operasyonê hesiyane û tevdîr girtine. Her wiha xebatkara hêwanê ya berê di îfadeya xwe de gotibû polîsan li hêwanê tecawizî xebatkarên jin kiriye û fuhûş li wan ferz kiriye. Jina bi navê S.A. di îfadeya xwe ya 19'ê Tebaxa 2019'an de ya li Midûriyeta Polîsan a Wanê, anibû ziman ku ji sedî 40'ê hêwanê ya polîs Îbrahîm Y. bûye û tiliya polîsên îstixbaratê jî di nav de hebûye. 
 
Polîs Îbrahîm Y. û polîsekî din ên navê wî nehat hînbûn ku di avaêtina ser hêwana masajê d ehatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Her wiha şirîkên hêwanê E.B. û C.B. jî hatibûn girtin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

04/03/2022
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin