Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet

  • rojane
  • 09:12 26 Sibat 2022
  • |
img

RIHA - Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat anî ziman ku li Rojava jin di hemû qadan de xwedî biryarin û wiha got:  "Xeyala hemû jinan a sedsala me, îro li Rojava dibe heqîqet. Li Rojava jin mafê hemû jinên cîhanê diparêzin."

Li gorî xala 13’emîn a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daraz xweser e û bingeha xwe ji demokrasiye digire. Geşedanên di hêla hiqûqê de li herêmê derdikevin pêş, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûne çavkaniya hêviyê. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara darizandinê de lihevkirin esas tê girtin. Li herêmê komîteyên lihevkirinê hene û dema mijar li komîteyê nehat çareserkirin, van mijaran dibin dadgehê ku ev dadgeh ji hêla gel ve tên birêvebirin.
 
Xebatên ji bo sazkirina destûrên bingehîn jî berdewam in. Di dema serdestiya rejîma Baas a li herêmê de polîtîkayeke yekperest hebû. Bi Şoreşa Rojava re ev pergal hat guherandin û pergala ku bingeha xwe ji demokrasiyê digire esas hat girtin. Pêşengtiya vê guhertinê jî jinan kir. Bi Şoreşa Rojava re jinan di her qadê de cihê xwe girt ku yek ji van qadan jî hiqûq e. Di hemû qadên civakê de jin, bi temsîliyeteke ji sedî 50 cih digirin û xwedî gotin in. 
 
Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat, pirsên me yên derheqê rola jinan a di avakirina destûra bingehîn de, ya di destûra nû ya Sûriyeyê de û bandora rejîma Baas a li ser civakê bersivandin. 
 
Rola jinan a di avakirina jiyana civakî de ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn. Gelo çawa ber bi vê pêvajoyê ve hatin, xwe çawa birêxistin kirin û di vê pêvajoya avakirinê de bi kîjan rolê radibin? 
 
Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve jinan, li Rojava xwe di du aliyan de birêxistin kir. Di milê leşkerî û civakî de. Di milê civakî de jinan xwe li her deverê birêxistin kir. Ji rêxistinên xweser heya komunan, di gelek aliyan de jinan bi daxwaza azadiyê xwe birêxistin kir. Di hêla leşkerî de jî jinan, ji ewil li Kobanê, Efrîn û Cizîrê tabûrên jinan ava kirin. Jinan, di têkoşînê de xwe îspat kir. Çi di milê leşkerî de çi jî yê civakî, jinan rola xwe lîst. Di şoreşê de cih girt, di rêveberiyê de cih girt. Di avakirina rêveberiya xweser de rola pêşengtiyê rabûn û vê rola xwe hêj jî berdewam dikin. Jin li cihê xwe nesekinîn û tu carî negotin; ‘êdî bes e.’ Di her qadê de jî pêşengtiyê dikin. Hem di milê leşkerî û hem jî di milê civakî de rêveberî kirin. Di aliyê edaletê de jî jin rêveber in. Ji bo jiyaneke aad û wekhev, jin xwedî îrade û têkoşîne. Ji bo ku hemû gel bigihijin mafên xwe, hemû ol bi hev re bijîn, li ber xwe didin. Destkeftiyên heyî, jinan bi keda destê xwe bi dest xistin. Xwedî li van destkeftiyan derket û heta demokrasî digihije armanca xwe jî dê xwedî lê derkeve. 
 
Gelo bandora rejîmê ya li ser civakê hêj heye yan na? 
 
Bandora Rejîma Baas li ser civakê bi salên dûvdirêj berdewam kir. Di dema rejîmê de mafên her kesî hatin binpêkirin û yên jinan jî tune hatin hesibandin. Lewma şikandina bandora rejîmê ne karekî hêsan bû. Ji bo şikandina vê bandorê, çi ji destê Rêveberiya Xweser were dike. Mafên pêkhateyan tê parastin û mafên wan tên dayîn. Li Sûriyeyê ne tenê kurd lê gelek ereb jî hene. Li herêmê gelek ol hene. Rejîmê ji bilî alîgirên xwe, mafên hemû pêkhate û olan qedexe kiribûn. Lê Rêveberiya Xweser mafê hemû kesan diparêze. Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe biaxive, perwerdeyê bibîne. Mafên hemû olan heye û azad in. Rejîmê tenê alîgirên xwe dixistin karên dewletê. Lê niha hemû kes dikare bibe karmendê dewletê. Bandorê rejîmê carnan astengiyan derdixîne. Ji ber ku ziyaneke mezin dan Rojava û niha jî ji ber pirsgirêkên îktîsadî nnikarin xwe zêde ji vê bandorê xelas bikin. Ji bo destûra bingehîn, projeyê Rêveberiya Xweser hene. Ji bo ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û bandora rejîmê kêmtir bibe, em li ber xwe didin. 
 
Her pergal, ji bo mayîndebûna xwe qanûnan derdixîne. Xebatên we yên di vê mijarê de jî berdewam in. Gelo li Sûriyeyê destûreke bingehîn a çawa tê nivîsandin? Ev pêvajo çawa tê meşandin û niha di kîjan qonaxê de ye?
 
Rêveberiya Xweser, di xebatên amadekirina destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih nagire. Ji ber ku nehat vexwendin. Lewma jî çi muteberiyeke wê nîne. Ji sedî 35 a xaka Sûriyeyê di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ye û gelemperiya xelkê Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Gelek derdorên li ser vê xakê dijîn nehatin vexwendin, nehatin temsîlkirin. Dê karê wê komîteyê biencam nebe. Ji bo çareseriyê gavekî navêjin, ji bo aştiyê gavekê wan nîne û tu kes bi micidî mafên gel nîqaş nake. Li ser demokrasiyê jî nîqaşek nîne. Bi ser şer re 10 sal derbas bûn lê hêj jî nîqaşek li ser demokrasî û mafên pêkhateyan nehatiye kirin. Lewma Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ye. Niha komîteyek hatiye avakirin û xebata xwe li ser peymana civakî dimeşîne. Ber bi dawiyê ve diçe. Ev xebat, encama xebatên dûvdirêj e. Di destpêka sala 2014’an li Rojava peymaneke civakî hat mohrkirin. Ev peyman ji hêla sê kantonan ve hat erêkirin. Ew, peymaneke demkî bû ku ji bo avakirina Rêveberiya Xweser hatibû amadekirin. Bi mezinbûna şer û rizgarkirina gelek herêmên din, peymaneke nû hat îmzekirin. Di peymanê de esasên rêveberiye hatin diyarkirin. Di peymanê de mafê pêkhate û jinan hatin parastin. Lê dîsa jî bi têrî nekir lewma niha jî komîteyek hat avakirin. Di komîteya hevpeymaniya civakî de berpirsên olan, saziyên civaka sivîl, jin û ciwanan jî hene. Zêdetirî 4 meh in xebatan dimeşîne. Gelemperiya xebatê xelas bûye. Ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê destûreke bingehîn hat nivîsandin lê di heman demê de ev ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye. Em dixwazin ku demokrasî serwer be, hemû kes bigihije mafên xwe û rola xwe bilîze. Em dixwazin ku her kes û her derdor di qada jiyanê de hebe. Pergala perwerdeyê ya jinan ji bo me esas e. 
 
Jinan çima pêwîstî bi mudaxalekirina pêvajoya Destûra Bingehîn a nû dîtin?
 
Jin li Rojava pêşeng in, rêveber in û şoreşê birêve dibin. Jinan, saziyên Rêveberiya Xweser birêve birin. Jinê di her qadê de cihê xwe girt. Lewma jin beşdar bûn. Jin mudaxaleyê nakin, ji ber ku jin ji xwe alî ne. Jin, fermandar in û dê ev rewş bidome jî. Heta ku digihijin mafên xwe û hemû kes wekhev dije jî dê beşdarî her tiştî bibin. 
 
Ji bo parastina mafên xwe, gelo jinan amadekariyên bi çi rengî kirin, bingeheke çawa amade kirin? 
 
Hêj ji destpêka şoreşê de jinan xwe baş birêxistin kir. Di her alî de jî mafên xwe parastin. Di parlamentoyê de cih girtin, di qada edaletê de cih girtin û asoya xwe zêde berfireh kirin. Di her aliyan de jinan xwe amade kir. Niha li herêmê nêrînên jinan esas tên girtin. Ev maf e jinan bi keda destê xwe bi dest xistin. Dê tu carî jî dev ji van mafên xwe bernedin.
 
Ji bo parastina mafên jinan, di Destûra Bingehîn tişta ku bivê nevê çi ye? Dema em li Destûrên Bingehîn ên welatên ku bi hişmendiya baviksalarî tên birêvebirin dinihêrîn, dibînin ku ji lihevkirina civakî dûr in. Niha we jî ev destûr lêkolîn kirine. Gelo destûreke bingehîn a wekhev û demokratîk çawa pêkan e?
 
Wekî ku tê zanîn Destûra Bingehîn dema li dewletên cîhanê tên nivîsandin, tenê hêzên ku desthilatdar li hev dirûnin û li gorî berjewandiyên xwe biryaran didin. Ev berjewandiye, ne berjewandiyên gelan in. Tenê yên çînekê yan jî partiyekê ne. Lê li Rojava hemû pêkhate hatin cem hev. Di komîteya heyî de jî ji sedî 50 jin in. Di Destûra Bingehîn de jinan ne tenê mafên xwe parast, mafê tevahiya gel diparêzin. Jinan, mafên demokrasîk parastin. Mafên jinan ên di her qadê de parastin. Di Destûrê Bingehîn a demokratîk de yekperçetî nayê qebûlkirin. Destûrên Bingehîn ên demokratîk, bêyî jinan nabin.
 
Olympe De Gouges ku di refên pêş ên Şoreşa Fransayê ya sala 1789'an de bi şîara wekhevî, azadî, biratiyê bilind bûye de cih girtiye, ji ber ku jinan di beşa mirov û welatiyan a Danezana Mafên Welatî û Mirovan de cih negirtine, li dijî danezanê dertê û Danezana Mafê Welatî û Jinan diweşîne. Bandora vê têkoşîna Olympe De Gouges di mezinkirina vê pêvajoya bi hêvanê jinan de çêbû? Piştî bi salan mirov dikare bibêje ku îtîrazên Olympe De Gouges li Rojava bi goşt û hestî bûne?
 
Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê tê nasîn. Tiştê ku jinê di Rojava da pêk aniye, xeyala jinan bû. Xeyala azadî û wekheviyê ya jinan li Rojava bûn rastî. 200 sed sal beriya niha di dema Şoreşa Fransayê de jinan xeyal kir ku mafê hem welatîtiyê bistînin û hem jî di parlamentoyê de cih bigirin. Îro li Rojava jin di erkên herî bilind de ne. Jin, hevserokên parlamentoyê ne. Jin, li rojava hevserokên hemû qadan in. Xeyalên hemû jinab ên sedsala me, îro li Rojava dibe heqîqet. Xeyala Olympe De Gouges e ku di navbera jin û mêr de wekî peymanekê were çêkirin îro li Rojava dibin rastî. Li rojava peymana jiyana azad heye. Ma ew rêxistin xistiye hundirê qanûna jinan de. Ev qanûn ne tenê jibo jinên Rojava ye, ji bo hemû jinên cîhanê ye. Di qanûnê Rojava de jin û mêr wekhevin. Hedefa jinê, avakirina malbateke demokratîk a. Jiyaneke ku jin pêşeng in, pêkan e. Di hiqûqa Rojava de jin, mafê xwe yê ku 5 hezar sal berê ji destê wê hatibû derxistin dîsa li xwe vegerand. Heqê jinê yê wekhevî û mîrasê dîsa heye. Berî şoreşê, jinê cesaret nedikir ku daxwaza mafê xwe bike. Ji ber ku civakê jêre qedexe kiribûn. Îro li Rojava mafê jinan bi hiqûqê tê parastin. Para wê wekî para mêr e Li Rojava jin, mafê hemû jinên cîhanê diparêzin. 
 
Ji ber 8'ê Adarê ji bo tevgerên jinan ku piştevaniyeke navneteweyî girtiye peyameke we heye?
 
Jinên Rojava, tevgere dîplomasiyê di dema dawiyê de pir birêve dibin. Şandeyek çû parlamentoyên Bask, ewropî, DYA û Rûsyayê. Ji bo azadiya jinê, bangewazî kirin. Em jî bi munasebeta 8’ê Adarê, bangî hemû jinan dikin û dibêjin ku sînorê olî derbas bikin, sînorê siyasî derbas bikin. Em hemû jinan vedixwînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Werin em bi hev re jiyaneke wekhev ava bikin.
 
MA/Emrûllah Acar
 

Sernavên din

26/02/2022
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN