AMED – Amedsporê li qada xwe Kirklarelîsporê 1-0 têk bir.
Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TTF) de ji bo şampiyonayê li ber xwe dide, di hefteya 27'an a lîgê de li qada xwe Kirklarelîsporê kir mêvan. Amedsporê, Kirklarelîsporê 1-0 têk bir û ji bo Play ofê serketineke pir girîng bi dest xist.
Lîstik li Stdyûma Amedê ya nû hat lîstin. Gelek alîgirên Amedsporê çûn stadyûmê û ji bo piştgiriya Amedsporê bikin, awaz vedan.
Amedsporê hê di destpêka lîstikê de ji bo serketinê xwe da der. Piştî lîstik dest pê kir, di deqeya 2'yan de Merva Çelîk golek avêt û tîma xwe 1-0 bi ser xist.
Ji Kiriklarelîsporê Fûrkan Fehmî Guneş jî di deqeya 24'an de cara dudoyan karta zer xwar û ji lîstikê hat derxistin.
Lîstik bi 1-0 bi dawî bû.
Bi vî awayî Amedsporê pûanê xwe kir 39 neh û cihê xwe, rêza 4'emîn a di lîgê de, saxleme kir.