MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Li Mêrdînê polîs û cendirmeyan di 14-15'ê Sibatê de avêtibûn ser gelek malan û gelek kes binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 4 jê îro piştî îfdeyên li mdirûiyeta polîsan sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" her 4 kes sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir.
Dadgeriyê bi heman îdiayê her 4 kes girtin û ew şandin girtîgehê.