* Îktîdara AKP’ê bi propagandaya rakirina hemû qedexeyan bûbû desthilatdar. Lê belê qedexe û tundiya li ser zimanê kurdî, di dema AKP’ê de derketin lûtkeyê. Ji sala 2016’an û şûnde hema hema her tiştekî bi kurdî hate qedexekirin û ji ber zimanê dijayetiyê, di nava 6 salên dawî de 5 kes bi sedema ku bi kurdî axaftine hatin qetilkirin.
* Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Mahîr Alici, destnîşan kir ku ji bo erzaq kêmkirina KDV'ê esnafên biçûk li ber ên mezin eciqandiye û got: "Em berên ku me bi KDV'yeke ji sedî 8'an stendibû, niha bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin. Berpirsê van zeman ne em in."
* Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe didin, bang li raya giştî kirin: "Bibin dengê me."
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê navê Navenda Çandê ya Nûdayê guherand, kir Navenda Çandê ya Hacibekîr.
* Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken, diyar kir ku piştî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li bajêr hejmara pêketiyan di nav 15 rojan de ji sedî 50 zêde bûne.
* Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ahmet Ceylan, anî ziman ku girtiyên nexweş ne bi mirinê, divê bi berdanê bên kêmkirin.
* Qeymeqamê Qisleyê Ûgûr Tûtkan bi komeke çekdar gef li rêvebiriya cemxaneyê xwaribû. Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûstafa Kûlû got: "Ên diqewimin zext, înkarkirin, biçûkxistin, qirkirin û bişavtin in."
* Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş diyar kir ku wan amadekariyên kongreya xwe temam kirine û banga beşdariya kongreyê li xelkê Mêrsînê kir.
* Nûçegihana me Zeynep Dûrgût a ku bi hêceta parvekirinên medya dîjîtal û “şahidê nepen” hatibû binçavkirin û duh hat berdan wiha got: “Me bi vê binçavkirinê careke din dît ku hin kes çawa bi nûçeyên rast ên em çêdikin aciz dibin.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 347'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza kujerên Hamdiye Şik û lawê wê Kadîr Karaaslan dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)
* Doza derbarê bersûcên firarî yên Doza Qetlîama Pirsûsê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî de hatiye vekirin wê li Dadgeha Rihayê bê lidarxistin. (10.00)
* Danişîna ewil a doza meleyên endamên DÎAYDER'ê de dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.00) ZINDÎ
* Rêveberên Weqfa Tahîr Elçî û parêzerên doza Elçî dê têkildarî pêvajoya dozê li Restoranta Cezayîr a Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)
* Platforma Jinan a 8'ê Adarê dê li Stenbolê têkildarî bernameya 8'ê Adarê li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Parêzerên jin dê ji bo Aysel Tugluk a girtiya nexweş li Stenbol, Mêrsîn û Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30) ZINDÎ
* Malbatên girtiyan dê li Amedê, Wanê û Îzmîrê çalakiyên Nobeda Edaletê berdewam bikin. (13.00-16.00)
* Nûnerên partiyên siyasî wê li ber Qeymeqamiya Farqînê bihakirina ceyranê bi daxuyaniya çapemeniyê protesto bikin. (13.00)
* Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ê 29 sal berê hat qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Rihayê were bibîranîn. (13.00)
* MED-DER di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li bazarên taxan ên li Amedê broşor û etîketên kurdî belav bike. (15.30)