Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin

  • rojane
  • 10:08 17 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qedexekirina zimanê kurdî û astengkirina wê weke “qirkirina çandî” pênase dike û wiha dibêje: “Ji ber ku ziman û çanda me hate qedexekirin, ev 50 sal in em têkoşîneke bêhempa didin. Xwedîderketina li ziman û çandê, peywira her kesekî ye.” 

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku ji hêla Rêxistinina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatiye qebûlkirin, îsal jî li Tirkiyeyê di şert û mercên înkar û qedexeyên li ser zimanan tê pêşwazîkirin. Gelê kurd ku bi sedsalane li dijî polîtîkayên qirkirinê têdikoşe, li dijî qirkirina çandî jî her tim li ber xwe dan û hewl dan zimanê xwe biparêzin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin jî girîngiyeke mezin bi zimanê dayikê dide û di hevdîtinên bi parêzerên xwe de vê yekê tîne zimand. Di hevdîtinan de Ocalan, ji ber polîtîkayên pişaftinê hişyariyan dide û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê her tim pêşniyar kirin.
 
ZAROK JI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ TÊN QUTKIRIN 
 
Di hevdîtina 4’ê nîsana sala 2007’an de Ocalan ji parêzerên xwe re wiha dibêje: “Gelê kurd, li seranserî dîrokê rastî polîtîkayên qirkirina çandî hatin. Bi pêşdibistanan re bi hezaran zarokên kurd ji dayikên wan tên qutkirin, ji kurdî tên dûrxistin û bi vê yekê re jî kurdî tune dikin.” 
 
DIVÊ LI MALAN ENSTÎTÛ BÊN AVAKIRIN
 
Şaredariya Sûr a Amedê bi biryara “Şaredariya pirzimanî” dabû lê demek piştre hem serok û hem jî endamên meclisa şaredariyê ji peywirê hatibûn girtin. Di 20’ê hezîrana sala 2007’an de Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re de vê mijarê wiha şîrove dike: “Ev hewldan, hewldanên giştî ne. Bila vê meclisê fesh nekin û biçin li malan bi dehan enstîtûyan ava bikin. Bila xebatên xwe berdewam bikin. Li kolanan bila bikin, li parkan. Beriya niha jî min gotibû ku bila navendekî çandê ya mezin çê bikin. Ji bo vê jî çi dikeve ser milê kê divê bike. Bila hinek kes bi keda xwe û hinek kes jî kevirên xwe yên reş û spî deynin holê.” 
 
AMÛRA RAGIHANDINÊ YA ÇANDAN 
 
Di heman hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser polîtîkayên pişaftinê û vê nirxandinê dike: “Ev yek, peywira rewşenbîran e. Ziman, girîngtirîn hilgirê civakîbûnê ye. Ziman, amûra ragihandinê yê mirovan, civakan û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wan, yek ji sedemên mirovbûnê ye. Kesekî/a ku nekare li zimanê xwe xwedî derbikeve, nikare li tiştekî xwedî derbikeve. Yên ku li van tiştan xwedî dernekevin, nikare li mirovahiyê jî xwedî derbikeve. Mirovekî/a ku zimanê xwe nizane, kesekî/a nîvmirov e. Nedikare bi kesekî re têkiliyên rast û durist deyne û ne jî dikare pêş ve bibe. Di vê mijarê de min di heşt saliya xwe de dayika xwe sûcdar dikir. Min jê dipirsiya; dayika min, te çima bi zimanê min tiştek hînî min nekiriye? Ev, sûcdariyeke dîrokî bû. Min, di wî temenî de fêm kiribû û gelek difikiriyam. Pêncî salan piştî wê dîrokê jî em têkoşiyan. Me li hemberî qedexekirina ziman û çanda me, têkoşîneke bêhempa da. Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, peywira her kesekî ye.” 
 
PRENSÎBA WEKHEVIYÊ YA DESTÛRA BINGEHÎN
 
Dîsa di heman hevdîtinê de Ocalan, bal dikişîne ser xala 10'emîn a Destûra Bingehîn ku li ser prensîba wekheviyê ye û ev tişt dibêje: "Heke wekhevî çêbe, divê tiştek jî bê kirin. Ev ji bo şaredariyan jî derbasdar e. Divên hûn qanûnan bidin zorê. Divê em mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin. Kesê ku li çand û zimanê xwe xwedî dernekeve ez wî mirov nabînim. Di vê wateyê de hûn ê tev nîvcû bimînin."
 
PLANÊN AKP'Ê YÊN AMEDÊ
 
Ocalan, di 24'ê îlona 2008'an de di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re bal dikişîne ser lîstikên AKP'ê yên ziman û derbarê mijarê de ev nirxandin dike: "Zimanê zikmakî girîng e. AKP, bi taybetî li ser Amedê radiwest e. Divê ev baş bê dîtin û dahûrandin. Di vê mijarê de gelek kar dikeve ser milê ronakbirên Amedê. Divê lîstikên ku AKP'ê dixwaze li Amedê bilîze ji raya giştî re baş vebêjin. Nêrînên min ên vê derbarê de ji gel re baş bên vegotin û ronakbir vê nîqaş bikin. Amed ji Kerkûkê jî girîngtir e. AKP, hewl dide kurdan bi pereyan bi xwe ve girê bide. Hewl dide li herêmê, bi holdîng, hin malbat, qrediyên mîkro-makro kurdan bi xwe ve girê bide. Gelê Amedê di vê mijarê de hişyar dikim. Neyên lîstika AKP'ê. Dibe ku qrediyên mîkro-makro bi kar bînin. Lê bila weke bîrdozî ne girêdayî wan bin."
 
HEWL TÊ DAYÎN KURDÊ DEWLETÊ BÊ AVAKIRIN
 
Di 2'ê çileya 2009'an de jî Ocalan di hevdîtina xwe de li ser hewldanên vekirina televîzyona kurdî radiweste û ev tişt dibêje: "Herkes dizane, Ev tiştekî ku Erdogan bi dilxwazî dike nîne. Li Erdogan tê ferzkirin. Ez bangî Erdogan dikim. Wisa bi ferzkirina hin kesan tiştek neke. Ev hemû ferzkirinên Amerîkayê ne. Karên bê qanûn dikin. Li vir dema ku ez bi xwişka xwe re bi du peyvan bi kurdî diaxivim têm hişyarkirin. Nikarim bi kurdî biaxivim. Li gorî vê qanûnê tevdigerim. Feraseta min a demokrasiyê ji jir heta jor rast e. Lê li vir ferzkirineke di jor de heye. Tu xwe bi xwe qenal vedikî, bi avakirina qenalê ya xwe bi xwe nabe. Bi televîzyona kurdî dewlet dixwaze kurdên xwe ava bike. Beriya niha jî min gotibû. Li herêmê li gelek deveran holdîng hatibûn avakirin. Bi holdîngên kesên mîna Zapsû yê nav AKP'ê hewl didin bi rêya aboriyê kurdan bikin bin kontrola xwe. Bi avakirina televîzyonê armanc dikin aliyê çandî yê vê kontrolê temam bikin." 
 
TALÛKEYA QIRKIRINA ÇANDΠ
 
Ocalan di hevdîtina 17’ê Hezîrana 2009’an de destnîşan kiribû ku qirkirina çandî ji qirkirina fizikî talûketir e û gotibû: “Te tune dihesibînin, ziman û çanda te tune ye. Tu tiştekî te tune ye. Lê belê dizanin zarokan çêbikin! Behsa hezkirin, evînê dikin! Lê belê zimanê dayikê birêkûpêk hînî zarokek xwe nakin, zarokek xwe baş mezin nakin. Hezkirin, coşek û evînek wan ji bo welat, ziman, çanda wan tune ye. Hewldanek tune ye. Ne jî têkoşînek mezin ji bo wî heye. Heger evîn û hezkirin hebe, divê ji vî welatî re, ji gel re bê nîşandan. Ew civakek çawa dixwazin? Huner, çand, jiyaneke çawa dixwazin? Ji bo vê divê hewldanên mezin bên kirin." 
 
‘BILA BIBINE KESÊN AZAD’ 
 
Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina 17'ê Îlona 2009'an de ya bi parêzerê xwe re bal kişand ser kûrbûna qirkirina çandî û got: "Xelkê me nikare bi zimanê xwe nav li zarokên xwe bike. Ji ber vê yekê min got ku ez ji zewacê jî nefret dikim. Heger ez nikaribim navê zarokek bi kurdî lê bikim, ez ê çi bi vî zarokî bikim! Ev qirkirineke çandî ye. Kurd bi temamî dorpêçkirî ne. Gelek ku van hemû rewşan qebûl bike, gelê ku li hemberî vê bi awayekî demokratîk tevnegere, divê xwe bişewitîne û xwe bavêje avê. Ez vî gelî nakim aletên polîtîkayên hikûmetê. Belê heke ku ferman be ez vê fermanê didim. Bila ew kes bibin kesên azad û ew mirov azadbûna xwe biparêzin. Kesê ku felsefeya jiyana azad qebûl neke, tê wateya ku bêrûmetiyê hilbijartiye.”
 
‘DIVÊ ZAROK BI ZIMANÊ DAYIKA XWE WERIN MEZINKIRIN’ 
 
Ocalan aniye ziman ku divê her malbateke kurd zarokên xwe di warê ziman û çanda zikmakî ya kurdî de baş xwedî bike û got: “Divê zimanê xwe yê dayikê hîn bikin û bi wî awayî mezin bikin. Kurdbûna malbatên ku vê yekê nakin û zarokên xwe fêrî zimanê dayikê nakin, tê gumankirin. Nahêlin em li vir peyvekê bi kurdî bipeyivin. Ev çi demokrasî ye, çi hiqûq û çi maf e?” 
 
‘VEBÛNA’ AKP’Ê QIRKIRIN E 
 
Ocalan di hevdîtina 28'ê Cotmeha 2009'an de diyar kiribû ku projeyên AKP'ê di bin navê "vebûnê" de pêk tîne, qirkirina çandî ye û gotibû: "Ev xeta AKP'ê ji xeta yekemîn xetertir e. Ev qirkirina çandî ye. Bi navê vekirinê vê yekê ferz dikin. Li Amedê keçek hebû ku dersên kurdî dida zarokan. Ev keça deh salî bi zimanê xwe yê dayikê mamostetî dikir. Dozgerê Tirkiyeyê tehemûlê vê yekê jî nekir. Li dijî keçikê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgerê we jî tehemûl nake ku kurd fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, ev vebûn e? Hînbûna zimanê dayikê yê kurdan jî nayê qebûlkirin. Ev li ku derê dinyayê heye? Îsraîl jî ev yek li Filistînê nekir. Hîtler jî tiştekî wisa nekir. Hikûmet dibêje ku em li ser kar berfirehkirina çandî, aborî û civakî dikin. Ev tê wateya qirkirina civakî, çandî û aborî ya li ser kurdan. Ji sedî 80’ê xelkê bêkar in, rewşa Amedê diyar e. Li ser eksena Agirî-Bedlîsê behsa vebûna kurdan tê kirin. Hikûmet li vir bi belavkirina aboriyê û kirêkirinê polîtîkaya afirandina alîgirên xwe dimeşîne."
 
LI DIBISTANAN QEDEXEKIRINA KURDÎ!  
 
Ocalan di 30’ê Nîsana 2010’an de dema ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, li Sêrtê li dibistana şevînê ya Sêrtê kurdî hatibû qedexekirin û wiha gotibû: “Tişta ku qewimî hovane ye. Li herêmê derdora deh hezar zarokên kurd li dibistanên şevînî hene. Zimanê zikmakî ya zarokan li dibistanên şevînî yên herêmê qedexe ye. Bi veqetandina wan ji dê û bavên xwe, ji zimanê dayikê wan dixin bin asîmîlasyoneke tam. Ev jenosîd e. Qirkirin, tinekirina fizîkî, çandî-zimanî û sosyolojîk a civakeke din ji aliyê civakekê ve ye. Di dibistanên herêmî de zarok zimanê xwe yê dayikê ji bîr dikin û bi zimanekî din tên mezinkirin. Ev qirkirina çandî ya eşkere ye. Di peymanên Neteweyên Yekbûyî de jî bi vî awayî hatiye diyarkirin. Li gorî min eşkere ye ku ev bûyer ji aliyê dewletê ve hatine kirin û AKP dixwaze vê yekê veşêre."
 
‘BI QASÎ NAN Û AVÊ GIRÎNG E’ 
 
Ocalan di hevdîtina 8’ê Îlona 2010’an de ya li gel parêzerên xwe destnîşan kiribû ku zimanê kurdî li gel ku mafê herî xwezayî ye, kurd nikarin bi azad zimanê xwe fêr bibin û biaxivin û wiha gotibû: “Di peymanên Neteweyên Yekbûyî de qedexekirin, çewisandin û neazad bikaranîna vî zimanê dayikê wekî qirkirina çandî tê binavkirin. Peymanên Ewropî yên ku Tirkiye jî alîgirê van mafan e. Ji bo derbaskirina qedexeyên heyî pêwîste hewl were dayîn. Dema ku min di 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, min dît ku ez neçar mam ku fêrî zimanekî ji zimanê xwe yê dayikê cuda bibim. Di zarokatiya xwe de ez ditirsiyam, ez difikirîm ka meriv çawa fêrî zimanekî biyanî bibe. Ev yek pir li zora min çû. Ev meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e. Ger tu nikaribî zimanê xwe yê dayikê hîn bibî, nikaribî pê perwerde bibî, nikaribî rast bifikirî, nikarî hilberînê bikî, hema tû bi mirina mêjî re rûbirû dimînî.” 
 
ALIYÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ HERÎ GIRÎNG 
 
Ocalan di heman hevdîtinê de li ser mijara zimanê dayikê rewşenbîrên kurd rexne kir û wiha axivîbû: “Min serhildana xwe ya li dijî pergalê ku min bi dayika xwe dest pê kir, berdewam kir. Ji ber vê yekê ez li vir im. Malbatên me çi dibe bila bibe bila zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bike. Aliyê herî girîng ê têkoşîna me ev e. Li gel hemû qedexeyan jî divê bi derbaskirina qedexeyan vê yekê bike. Saziyên ku dê zimanê xwe yê dayikê hîn bikin divê li taxan bên pêşxistin. Divê malbat malên xwe bikin dibistanên perwerdehiyê û zimanê xwe yê dayikê li pêş bixin. Divê di vê mijarê de erka xwe pêk bînin, ez ji wan berpirsyar dibînim. Divê girîngiya vê pirsgirêka zimanê dayikê baş fêm bikin. Divê ev mesele cidî li ber çavan were girtin, nexwê ez ê pir hêrs bibim.
 
ZIMAN MESELEYK JIYANÎ YE 
 
Heke em nikaribin zimanê xwe yê dayikê hînî zarokên xwe bikin, tê maneya ku em teslîmî vê sîstemê dibin. Dîsa dibêjim, çima fêm nakin? Ev ji bo me pirsgirêka herî jiyanî ye. Divê her ku biçe em zarokên xwe bi zimanê dayikê û çanda xwe mezin bikin. Qirkirina çandî ne wek qetlîamên din e, ji qirkirina fizîkî talûketir e. Lê hûn fêm nakin, mirovan rizîne, ji însaniyetê derdixe, kesayetek bêrûmet derdixe holê. Bi rastî dema mervi bi qirkirina çandî dihese şûn ve êdî meriv nikare tiştekî jî bike. Vê qirkirina çandî em wek zincîrekê, zencîrê li qirik û stûyê me girtine, em kirine kole dibînin. Zarok bi vê zincîra di stûyê xwe de mezin dibin, malbat hewl nadin wê bişkînin û tevkariyê lê bikin. Dema ez van tiştan dibêjim divê neyê fêmkirin ku ez li dijî zimanê tirkî û fêrbûna tirkî me. Em hînî tirkî jî dibin, îtîraza me jê re tune. Binêre ez li vir bi tirkî diaxivim. Lê ev hemû nayê wê wateyê ku me dev ji vê têkoşîna zimanê xwe berda ye.”
 
‘DIVÊ HER MAL BIBE DIBISTANEK’
 
Ocalan di hevdîtina 17’ê Îlona 2010’an de bi parêzerê xwe re derbarê boykotkirina dibistanan a di vekirina sala perwerdeyê de ev tişt anîbû ziman: “Qirkirinek çandî ye ku zarokên me nikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin heye. Şîrovekirina vê yekê weke îstîsmarê ji mafekê wêdetir armanca qirkirina çandî nîşan dide. Ev rêziknameya di destûra bingehîn de ji bo xizmeta qirkirina çandî tê bikaranîn! Li vir îstîsmara zarokan nîne, berovajî vê daxwaza mafê herî bingehîn a mirovî heye. Heger zarokên me ji zimanê xwe bêpar bimînin û qirkirinên çandî li wan bên kirin, divê em zarokên xwe ji dewletê dûr bixin, bila ew jî ji dewletê dûr bixin. Bila bêjin em ê destûrê nedin vê qirkirina çandî. Heke hewce bike divê bi tevahî dibistanan boykot bikin û perwerdeya xwe bidin. Li malan li her deverê, divê her mal bibe dibistan, li malê perwerdeya ziman bê dayîn.
 
 DIVÊ CÎHANÊ RAKIN SER PIYAN
 
Di mijara zimanê dayikê de divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û DMME’yê rakin ser piyan. Divê serî lê dan bên kirin û doz werin vekirin. Divê bi mijarên ‘Zarokên me rastî qirqirina çandî tên, nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin’ li NY û DMME’yê  bi hezaran serlêdan bên kirin û doz bên vekirin. Divê di her astê de mafên xwe biparêzin. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser zarokên kurd li dijî Peymanên Mafên Zarokan ên NY’yê jî ne. Di van peymanan de rêzikname hene, pênaseya qirqirina çandî heye. Divê hemû cîhan di vê mijarê de rabe ser piyan.”
 
MAFÊ NASNAMEYÊ Û ZIMANÊ KURDΠ
 
Zimanê dayikê  di pêvajoya di bin navê ‘çareseriyê’ di navbera salên 2013-2015’an bi şandeya dewletê re dihat meşandin de jî di rojeva Ocalan de bû. Ocalan di hevdîtina xwe ya yekemîn a bi Şandeya Îmraliyê ya 3’yê Çileya 2013’an re rexne kir ku mafê zimanê dayikê û nasnameya çandî ya di wê demê de ji aliyê Komîsyona Destûra Bingehîn a AKP’ê ve hatiye pêşniyarkirin, li ser bingeha takekesî hatiye destnîşankirin weke mafekî kolektif nehatiye qebûlkirin û wiha gotibû: “Divê di nava dewletê de ne helandina mafên takekesî, ne jî cihgirtina hemû çandan li dijî dewletê ji hev cuda be. Dema ku siyaset li gorî penaseya xwe rastîn neyê kirin, ew bi mirovên li welat dide windakirin. Di vê rewşê de siyasetmedar dibe kesê ku bêçareseriyê kûr dike.”
 
‘EM Ê TU CAR DEST JI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BERNEDIN’
 
Di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re, Ocalan pêşniyar kiribû ku derbarê Destûra Bingehîn di mijarên têkildarî herêm û çandan de divê mafê referandûmê bê dayîn û wiha gotibû: “Niha li gelek welatan, herêman bi vî rengî referandûmê pêk tînin, pêşeroja xwe bi xwe diyar dikin. Divê ev di makeqanûnê de bin, di heman demê de reforma rêveberiya herêmî jî bê kirin. Bi vî rengî divê meclîsên herêmî di mijarên aborî, ewlekariya herêmî, perwerde, çand, tenduristî û hwd. xwedî gotin bin. Perwerdeya bi zimanê dayikê bi vî rengî çareser dibe. Em ê tu carî dev ji zimanê xwe yê dayikê bernedin. Bila ev mijar wiha werin fêhmkirin.”
 
NE PEYWÎRA DEWLETÊ PEYWÎRA CIVAKÊ YE
 
Ocalan, di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’an de ev pêşniyar kiribûn: “Niha divê ez xeletiyan rast bikim. Li şûna ku hûn ji hikumetê bixwazin, hûn bi xwe tevbigerin û bi rêxistin bikin. Şûna ku di mijara zimanê dayikê de hûn daxwaz bikin, hûn bi xwe da dest bi perwerdehiya zimanê dayikê bikin. Pirtûkên dersan dikarî werin avakirin, akademiya ziman û pêşdibistan dikarîbûn werin avakirin. Xetaye ku mirov ji dewletê bixwaze. Ev ne peywîra dewletê ev peywîra civakê ye. Heke tu li zimanê xwe yê dayikê xwedî dernekevî û hînî zarokê xwe nekî, tu çawa ji dewletê dixwazî? Ji bo niha pirtûk, alfabe, dibistana seretayî dibe lê pişt re dibe ku tu li hemû dibistanan bikî. Ji bo ziman dikarin li Amedê hin dibistanên mînak vekin. Dewlet nikare mudaxileyî van bike û qedexe bike. Di destûra bingehîn de rêgeza wekheviyê heye. Ev nabin mijara daxwazê. Mijarên weke boykotê û hwd. pirsgirêkan aloztir dikin, çareser nakin. Ez nabêjim neke, te biryara xwe da lê ew ê neke. Heke polîs êrişî  dibistana ku hûn vedikin bikin, hûn ê bi awayekî bi canbexşane biparêzin.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 

Sernavên din

18/02/2022
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû