Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin

img

WAN - Li Wanê welatî ji bo fatûreyên zêde ji wan re hatine dikaribin razînin, kelûpelên li mala xwe difiroşin. Welatiyên nû dizewicin jî kelûpelên desta duyem dikirin. Xwendekarên nikarin pêlavên nû bikirin, pêlavên xwe yên qetiyayî pîne dikin.

Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û xelkê tengav dike. Welatiyên ku nikarin pêdiviyên bingehîn bikirin, alternatîfan ji xwe re dibînin. Hin welatî ji bo dikaribin fatûreyên ceyranê yên zêde li wan hatine birîn, razînin kelûpelên xwe yên malê derxistine ber firotinê. Welatiyên nû zewicîne jî diçin spotvanan da ku desta duyemîn ji xwe re kelûpelên erzan bikirin. Welatî ji ber ku nikarin kelûpelên nû bikirin, kelûpelên xwe yên xerabûyî tamîr dikin. 
 
KES NIKARE PÊLAVAN BIKIRE, YÊN QETIYAYÎ TAMÎR DIKIN 
 
Bakî Şen ê li Wanê pêlavan pîne dike diyar kir ku ji ber krîza aborî xelk nikare pêlavên nû bikire û wan pêlavên ku meriv naxin piyê xwe jî ji neçarî tên pêlavên xwe tamîr dikin. Şen da zanîn ku karê wî di demên dawî de zêde bûye û got: “Zêdebûna karê me dide nîşandan ku xelkê me çiqas mexdûr bûye. Îro bihayê pêlava herî nebaş, sê qat li sala par zêde bûye. Însan ji ber ku nikarin pêlavên nû bikirin, pêlavên xwe kevn û qetiyayî tînin tamîr dikin. Heqê tamîrê 30-40 lîre ye. Mirov li şûna ku biçin bi 700 lîreyî pêlavek bikirin, 40 lîreyî didin û pêlavên xe tamîr dikin. 15 sal in ez vî karî dikim, cara ewil e bi tiştek wiha re rûbirû dimînin. Malbatek ji 4 ferdan pêk tê û debara xwe bi meaşê asgarî dike, heke rabe pêlavan ji xwe re bistîne herî kêm divê 2 hezar lîre pere bide. Gelo însan kirêya xwe bidin, pêdiviyên mala xwe dabîn bikin an jî pêlav ji xwe re bistînin?” 
 
PÊLAVAN PÎNE DIKIN Û DIXIN PIYÊ XWE 
 
Şen behsa diyaloga di navbera xwe û xwendekarek ku pêlava xwe biriye tamîr bike de kir û wiha got: “Çend roj berê xwendekarek ji bo pêlava xwe tamîr bike, hat vir. Ew pêlav êdî meriv nikaribû bixe piyê xwe. Min jê re got ev bi tamîrê çênabe, nayê pînekirin. Bi israr got, ‘ez xwendekar im, nikarim yeka nû bikirim’. Min jê re pîne kir û tevî ku ew pêlav ne ya li xwe kirinê bû jî, xist piyê xwe û çû. Ev mesele rewşa heyî ya li Tirkiyê şîrove dike.” 
 
MALZEME BIHA BÛNE 
 
Şen anî ziman ku malzemeyên ew bikar tîne jî biha bûne û got: “Min vî dermanî zeliqandinê par bi 2 lîreyî dikirî niha bûye 10 lîre. Keçeyek min par bi 4 lîreyî dikirî niha bûye 20 lîre. Benikên pêlavan bi 10 qirûşîbû niha bûye lîreyek û nîv. Gelek pêlav t ên tamîrê lê malzeme biha bûne.” 
 
BERÊ XWE DIDIN SPOTVANAN 
 
Çawa li dikana tamîrvanê pêlavan tevgerek heye, li dikanên spotvanan ku kelûpelên desta duyemîn difiroşin jî tevgerek xuya dike. Welatiyên ku nikarin fatûreyên xwe razînin, kirêya mala xwe bidin û pêdiviyên bingehîn bistînin, diçin spotvanan da ku ji xwe re tiştekî bikirin. Kesên nû dizewicin jî berê xwe didin spotvanan da ku kelûpelên malê ji xwe re bistînin. 
 
Halîl Yîgît ê ku 11 sal in danûstandina eşyayên desta duyem dike da zanîn ku însan li hemberî krîza aborî ji xwe re alternatîfan çê dike. Yîgît anî ziman ku kesên nû dizewicin jî ji xwe re eşyayên desta duyemîn dikirin û got: “Di demên dawî de ji ber bihabûna kelûpelên malê biha bûne, xelkê berê xwe daye kelûpelên desta duyemîn. Di navbera kelûpelên kevn û nû de ji sedî 70 ferqa fiyetê heye. Ji ber xelk feqîr bûye nikare bi 20-30 hezar lîreyî kelûpelên odeya razanê bikire. Ji ber vê yekê jî desta duyemîn tercîh dikin. Nikarin bi 10 hezarî sarincê bikirin, tên cem me sarincên bi du sê hezarî distînin. Ev 11 sal in vî karî dikim lê min cara yekem bihabûnek û krîzek wiha dît.” 
 
‘KELÛPELÊN MALA XWE DIFIROŞIN’ 
 
Yîgît destnîşan kir ku hin welatî ji bo dikaribin fatûreyên ceyranê û gaza xwezayî ku zêde li wan hatine birîn razînin, kelûpelên xwe yên malê derxistine ber firotinê û got: “Xelk ji bo debara xwe bike neçar maye ku kelûpelên xwe bifiroşe. Bi piranî qoltix, cilşo, sarinc û feraqşo difiroşin. Ev yek her ku diçe zêdetir dibe. Êdî mirov nikarin nan bibînin. Navê vê xela ye. Êdî xelk nikare tiştekî bikire û bixwe.” 
 
MA / Hakan Yalçin 
 

Sernavên din

16/02/2022
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da