‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'

  • rojane
  • 09:02 16 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Serokê ÇHD'ê yê Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz, diyar kir ku li girtîgehan prosedur nayên pêkanîn û got: "Ger em têbikoşin, dê dewlet nikaribe van neheqiyan bike." 

Li girtîgehên Tirkiyeyê tahde, binpêkirinên mafan û muameleyên xirab her diçe zêde dibin. Her wiha girtiyên nexweş nayên dermankirina û jiyana xwe ji dest didin. Ji xeynî vê "cezayên" qediyane jî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan. 
 
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz, diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehan polîtîkayeke dewletê ye û got: "Bi çavê dijminan li girtiyan dinerin. Sedema sereke ya girtîgehan ev e." 
 
‘PROSEDUR NAYÊN PÊKANÎN'
 
Yilmaz, anî ziman ku girtîgeh di warê xwegigandina tenduristiyê de tim cihê pirsgirêkan e û ji bo girtiyên diçin nexweşxaneyan cihekî baş ku lê bimînin tune ye. Yilmaz, destnîşan kir ku li jêrzemînan, li deverên hewadariyên wan tune ne girtî tên tedawkirin û guh li proseduran nayê kirin. 
 
‘DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ GIRÊDAYÎ WEZARETÊ NE'
 
Yilmaz, destnîşan kir ku desteyên çavdêriyê jî li gor dîtina dewletê tevdigerin û mafên girtiyan binpê dikin. Yilmaz got: "Desteyên çavdêriyê bi feraseta ku mafê kes biparêzin tevnagerin, bi feraseta ku dê kesa çawa ceza bikin û nikaribe derkeve tevdigerin." Yilmaz, diyar kir ku desteyên çavdêriyê bi piranî raporên neyînî berpêş dikin û dadgeriyên înfazê jî van raporan esas digirin û li gor wan biryarê didin û got: "Desteyên çavdêriyê li gor armanca ku hatine avakirin tevnagerin, ji lew re girêdayî Wezareta Dadê ne." 
 
‘ATK NE SERBIXWE YE'
 
Yilmaz, bal kişand ser rewşa Saziyên Tiba Edlî (ATK) jî. Yilmaz, destnîşan kir ku îqtidara siyasî ATK'yan li gor nêrîna xwe dîzayn kirine û çendî wisa hatibin berpêşkirin jî lê ne saziyên serbixwe ne. 
 
‘POLÎTÎKAYEKE KLASÎK A DEWLETÊ'
 
Yilmaz, bilêv kir ku neberdana girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin bi kêrî kesî nayê û got: "Di meseleya Aysel Tûglûkê de jî rapora ATK'ê, ne di ser ya Zanîngeha Kocaeliyê re ye. Biryarên Zanîngeha Kocaeliyê biryarên zanistî ne, lê gava diçe ATK'ê em bi biryareke redkirinê re rû bi rû dimînin. Ev polîtîkayeke klasîk a dewletê ye." 
 
TÊKOŞÎN
 
Yilmaz, destnîşan kir ku tenê ne derdora muxalif, bi awayekî giştî divê tevahiya civakê van tiştan bibîne û got: "Ciak divê bêyî ku cihêkariyeke siyasî yan jî edlî bike, xwedî reflekseke ji ya dewletê cudatir be. Dibe ku dewlet bi çavê dijminatiyê li wan mêze bike û bibêje 'ez ceza dikim, bernadim û tu yê li vir bimirî.' Lê divê civak bi vî çavî mêze neke. Ger em ji bo girtiyan têbikoşin, dê dewlet niakribe van neheqiyan bike. Dê nikaribe girtiyên nexweş di girtîgehan de bihêle û wan bikuje. Dê li gor prosedurê tevbigere." 

Sernavên din

18/02/2022
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû