ŞIRNEX - Dayika bi navê Meryem Malgaz a 65 salî ku demek berê li Hezexê hatibû girtin, hat berdan.
Di 2’yê sibatê de polîsan li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtibûn. Di encama serdegirtina malê de Meryem Malgaz a 65 salî û Hamdiye Kaşbaş hatibûn binçavkirin. Demek piştre Malgaz û Kaşbaş hatibûn berdan lê li ser îtîraza dozger, dayika Meryem Malgaz hate girtin û şandin girtîgehê.
Dayika Meryem ku di 10’ê sibatê de hatibû girtin, hate berdan.