WAN- Li Wanê Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê hat avakirin.
Komîsyona Mafên Zarokan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê hat avakirin. Têkildarî armanca avakirina komîsyonê li avahiya KESK'ê daxuyanî hat dayîn.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê ya Wanê Azîze Kiliç metna daxuyaniyê xwend.
Kiliç, anî ziman ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, lê belê wekî peymanên din, li gor vê peymanê jî tevnagere. Kiliç, bal kişand ser fesixkirina Peymana Stenbolê jî û got, bi vî awayî hem tahdeya li hemberî jin û zarokan û hem jî destdirêjiya li zarokan bê ceza dimîne.
Kiliç, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber cihêkariya li hemberî zarokan bê girtin dê bixebitin.