AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan serdana Dêra Surp Giragos a Ermenan ku xebatên restorasyonê lê didomin kir.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e û di heman demê de parlamenterê Amedê ye li gel rêveberên partiya xwe serdana Dêra Surp Giragos a Ermenan ku xebatên restorasyonê lê didomin kir. Paylan ji karkerên ku xebatê amadekariya vekirina dêrê dikin derbarê restorasyonê de agahî girt. Paylan diyar kir ku ew ê Cejna Paskalyayê ya ku di 17’ê nîsanê de tê pîrozkirin li dêrê pêşwazî bike.