Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin

img
ENQERE - Parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari ku dadgeha bêyî îtîraza li dadgeha jor ya têkildarî guhertina dadger bisekine, darizandin domand, şermezar kir û eywana danişînê terk kirin. 
 
Kujer Mehmet Altûn, di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya ji Qersê 7 kes qetil kiribûn û doz hatibû vekirin. Di dozê de kujer Mehmet Altûn û bersûcên bi navên Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Lutfuoglu), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê berdewam dike. 
 
Piştî navberê hate dayîn dadgehê têkildarî daxwaza parêzeran a guhertina dadger biryara xwe aşkere kir. Dadgehê îdia kir ku daxwaza parêzeran wê dema dozê dirêj bike û daxwaza guhertina dadger qebûl nekir. Dadgehê diyar kir ku rêya îtîrazê ya dadgeheke jor vekirî ye. Dadgehê piştî biryara xwe aşkera kir xwest darizandinê bidomîne.  Dûre parêzeran îtîrazî vê yekê kir
 
Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren mafê axaftinê girt û wiha got: “Me îtîraza xwe kir. Heke dadgeha jor îtîraza me qebûl kir, ev kirariyên hûn niha dikin wê betal bibin. Dema şandeya nû hat wê ev kirarî ji serî dest pê bikin esas wê demê wê darizandin dirêj bibe.” Li ser vê yekê Serokê Dadgehê bi lêv kir ku îtîraz hatin qeydkirin û xwest darizandinê bidomîne. Eren jî bi gotina “Ji niha û pê ve têkildarî esasa dosyayê de hûn nikarin kirariyan bikin” dij derket. Parêzer Fûat Epozdemîr jî bi lêv kir ku kirariyên bêyî îtîraz were lêkolînkirin û bên kirin wê darizandinê dirêj bikin.
 
PARÊZERAN Û MALBATÊ EYWAN TERK KIRIN
 
Tevî îtîraza parêzeran ya têkildarî guhertina dadger ya li dadgeha jor jî dadgehê xwest darizandinê bidomîne. Li ser vê yekê parêzeran wiha got: “Heke hûn darizandinê bidomînin em ê eywanê terk bikin.” Dûre parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari ji eywanê derketin. Li ser vê yekê dadgeha ku biryara navberê da, darizandina vekirî domand. Dadgeh, li eywana xizim û parêzerên mexdûran lê neyî darizandinê didomîne.
 
‘JI VIR BIRYAREKE ADIL DERNAKEVE’
 
Parêzer û temaşevanên eywana danişînê terk kirin li pêş edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku doz weke dosyaya cînayetê ya ji rêzê nikare were dest girtin û wiha got: “Berî ku ev cînayet pêk were weke 15 baroyan me daxuyanî da. Lê piştî komkujiyê çend rojan komkujî pêk hat. Ev komkujî beriya çend mehan hatiye amedekirin, bajar bi bajar hatiye gerandin. Em dizanin ku li pişt kujer hin kes hene. Em ê şopandina doza bidomînin. Niha bêyî parêzeran darizandin tê kirin. Careke din nîşandan ku ji vir biryareke adil dernakeve.”
 
‘DADGEH HEWL DIDE BIPEÇINE’
 
Parêzer Atîlla Kart jî da zanîn ku Dedeogûllari hewl dan qêrînên xwe ji dewletê re ragihînin lê dewletê peywîra bi cih neanî û wiha got: “Tevî vê qêrînê jî nehatin parastin û ew malbata ji aliyê tetîkkêşekî profesyonel ve hat qetilkirin. Dadgeh, naxwaze sedemên komkujiyê lêkolîn bike, ji ber dizane dema lêkolîn kir wê çi derkeve. Hewl dide ser vê bipeçine.”
 
BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR KU PEYWÎRA XWE PÊK BÎNE
 
Parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç jî bi lêv kir ku sedemên komkujiya nijadperest nehatin lêkolînkirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê qesrên edaletê hene lê di hundirê wan de edalet tune ye. Me bi biryara dadgehê jî dît ku êdî li Tirkiyeyê edalet nemaye. Ji ber vê yekê em Wezîrê Dadê vedixwînin ser peywîrê. Bila êdî dest ji mudaxilekirina vê dozê berdin. Baweriya me nîne ku wê edalet pêk were.”
 
‘DOZGER HEVKARÊ KOMKUJIYÊ NE’
 
Parêzer Abdûrrahman Karabûlût jî avahiya Edliyeya Konyayê nîşan da û wiha got: “Hevdîtinên WhatsApp’ê yên di navbera bersûcan de bi awayekî aşkere nîşan dide ku dozgerê wê edliyeya he çawa bûne hevkarên komkujiyê. Rayedaran şûna ku muwekîlên me biparêzin, êrişkar parastin.”
 

Sernavên din

10/02/2022
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin