MÊRDÎN - Xelkê navçeya Şemrexê li dijî zemên ceyranê daket qadan û fatûreyan şewitandin û zeman protesto kirin.
Xelkê navçeya Şemrexa Mêrdînê li dijî zemên ceyranê daket qadan û protesto kir. Xelk li Qada Şemrexê kom bû û dovîzên ku zemên ceyranê protesto dikin hildan û dirûşm berz kirin. Welatiyan fatûreyên li cem xwe anîbûn şewitandin û xwestin zemên hatine kirin paş ve werin kişandin.
Çalakiya welatiyan bi meşeka ku li dar xistin bi dawî bû.