AMED - Polîsan bi ser mala rojnamevan Nurcan Yalçin de girt û wê kirin binçavan.
Li Amedê serê sibê polîsan bi ser mala rojnamevan Nurcan Yalçin de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û pişt re Yalçin kirin binçavan. Sedema binçavkirina Yalçin nehat zanîn û wê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku 24 saetan hevdîtina parêzeran li gel Yalçin jî hatiye qedexekirin.