NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek gundên Şehbayê bombekirin. Di bombebaranê de dibistanek texbrîb bû.
Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wî gundê Şalê û Xirbêt El Şalê yên Şehbayê û derdora Bendava Şehbayê bombe kirin. Hat diyarkirin ku 10 gulên obusê li van deveran ketine.
Her wiha li gundê Qeramil ê Şehbayê êrişî dibistanekê jî hat kirin. Di êrişê de dibistan gelek texrîb bû. Hat ragihandin ku 8 guleyên topê li dibistanê ketine.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê ji duh ve êrişê dibin ser gundê Qeramil, Xirnata, Ûm El Hoş, Hirbil, Semoqa, Hesiyê Şêx, Nîrabiyê û navçeya Til Rifatê.