Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne

img

AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku polîsan di serdegirtina komeleyê de dest danîne ser ewraqên wan û got: “Dozger û polîsan sûc kiriye. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne.” 

Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ve girtin. Polîsan avahiyê dorpêç kir û li hundirê komeleyê dest bi lêgerînê kir. Hat zanîn ku serdegirtin bi hêceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirin pêk hatiye. Polîsan bi seatan komeleyê dorpêç kir û li hundirê wê lêgerîn pêk anî. Pişt re di çarçoveya lêpirsînê de Ferhat Berkpinar kirin binçavan û ew birin Semsûrê. Polîsan di serdegirtina komeleyê de dest danîn ser belgeyên komeleyê û li gel xwe birin. 
 
Piştî serdegirtinê li avahiya ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û nûnerên rêxistinên sivîl hatin hewara ÎHD’ê û beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
 
ZEYTÛN: KES NIKARE DERIYÊ ÎHD’Ê BIŞIKÎNE 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê daye destpêkirin de polîsan bi ser koemeleya wan û mala rêveberê wan Ferhat Berkpinar de girtiye. Zeytûn destnîşan kir ku 35 sal in ÎHD ji bo parastina mafê mirovan têdikoşe û got: “Kes nikare xebatên parastina mafê mirovan sûcdar bike. Em niha nexwedî wê agahiyê ne ku çima serdegirtin û lêgerîn hatiye kirin. Li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye û tu agahî nedana me. Di lêgerînê de dest danîn ser belge û ewraqên saziya me. Me şerhê xwe danî lê nekirin girtekê. Em dibêjin hem dozger hem jî polîsan sûc kiriye. Em ê di vê derbarê de jî giliyên pêwîst ên hiqûqî bikin.” 
 
‘EM Ê DEST JI XEBATÊN XWE BERNEDIN’ 
 
Zeytûn bal kişand ser têkoşîna parastina mafê mirovan a 35 sal in ku ÎHD dide û wiha got: “35 sal in bêrawestan ev komeleya me ji bo mafê mirovan dixebite. Komeleya me bi israr têkoşîna hiqûqî û maf dide. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne û wisa bikeve hundir. Em carek din bi bîra van berpirsiyaran dixin, Gelek caran serdegirtinê wiha li ser komeleya me hatine kirin û hevalên me hatine binçavkirin lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ji van sûcdaran re dibêjin hûn nikarin wisa êrişî saziyek ku têkoşîna mafê mirovan dike bikin.” 
 
EREN: EV DER NE KARGEH E, KOMELEYA MAFÊ MIROVAN E 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û got bi salan e ew şahidiya serdegirtin û lêpirsînên wiha dikin. Eren da zanîn ku ew qebûl nakin ku bi navbevynkariya kilîtçêker deriyê ÎHD’ê were vekirin û wiha got: “Destûr nehat dayîn ku ev rewş derbasî girtekê jî bibe. Bi ser mal û kargeha rêveberên ÎHD’ê Ferhat Berkpinar de girtine. Lê em dibêjin û bi bîra wan dixin, ÎHD ne kargehek e, ev komeleyek mafê mirovan e. Em qebûl nakin bêyî rêveberên komeleyê derî were vekirin û lêgerîn pêk were. Em ê îro li dijî vê îtîraz bikin. Em serdegirtina ÎHD’ê şermezar dikin.” 
 
ABA: DIXWAZIN ÎHD’Ê BITEPISÎNIN 
 
Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Mûrat Aba jî axivî û destnîşan kir ku bi ser avahiya saziyek ku 35 sal in têkoşîna mafê mirovan dide ve hatiye girtin û got: “ÎHD xwedî raboriyek qedîm e. Dixwazin ÎHD’ê bitepisînin. Em bi zextên li ser saziyên sivîl re rûbirû ne. Em ê van sepanên antîdemokratîk qebûl nekin. ÎHD her tim serbilind sekiniye û wê ji niha şûn ve jî xebatên xwe bidomîne.” 
 
 

Sernavên din

05/02/2022
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev