ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di 29'ê çile de polîsan di serdegirtina malan de 4 kes kiribû binçavan. 4 kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsn a Navçeya Silopiyayê dihatin girtin. Piştî 4 rojên binçavkirinê her çar kesan birin edliyeyê û îfadeyên wan hatin girtin. Piştî karûbarên îfadeyan her çar kes jî serbest hatin berdan.