NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê êriş birin ser Kampa Mexmûrê, Dêrik û Şengalê.
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êriş birin ser Kampa Mexmûrê, Dêrik û Şengalê. Li gor nûçeya di Rojnewsê de, piştî êrişan balafirên leşfê hîn jî li ser Kampa Mexmûrê diçin û tên.
ÊRIŞÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ KIRIN
Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer ên tirk ji hewayê de êriş birin ser gundê Teqil ê navçeya Dêrik a Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê jî.
Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek balafirên şer 20 caran ji hewayê de êriş birin ser gundê Şîlo, Barî, Kûrs û Çilmîra yên Şengalê jî.
Îro danê êvarî gelek balafirên şer ji Amedê rabûbûn.