ŞIRNEX - Li Cizîrê 4 welatî di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsan serê sibê avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Bedri Dal û 3 kes din hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê. Her wiha hat ragihandin ku dema binçavkirina 4 kesan 4 roj hatiye dirêjkirin.