Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin

  • rojane
  • 12:12 25 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzer Îmdat Ateş da zanîn ku gotinên kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer ên di danişînê de û rihetiya wî nîşan dide ku ev komkujî birêxistinî hatiye kirin. Îmdat diyar kir ku di vê mijarê de di destê wan de delîl hene.

Duyemîn danişîna kujer Onur Gencer ku li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êriş kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû, duh hat dîtin. Tevî gelek baroyan, her wiha gelek partiyên siyasî, jin û rêxistinên mafên mirovan jî beşdarî danişînê bûn. 
Her çend ku saziyên beşdarî danişînê bûyîn xwestibin tev li dozê bibin jî, ev daxwaza wan ji hêla şandeya dadgehê ve hat redkirin. Di danişînê de kujer Onur Gencer jî parastina xwe kir. Mîna di danişîna ewil de, di vê danişînê de jî Gencer gotinên ku malbat û beşdaran tehrîk dike bi kar anîn. Kujer Gencer got ku ji ber kuştina Poyraz ‘poşman’ nîne, ev komkujî bi hesta tolhildanê kiriye û dîsa gotinên ‘pir bixwîn û pir bikelex’ bi kar anî. 
 
Di danişînê de parêzeran derxist holê ku kujer Gencer li odeya meqamê hatiye ezimandin û lewma gumanên wan ji lêkolîna cihê bûyerê hene. Parêzeran destnîşan kir ku dîmenên li cihê komkujiyê hatine kişandin perçe perçe ne û di navbera dîmenan de jî wext heye. Parêzeran got ew biguman in ku delîl tên veşartin û bal kişandin ser hevnegirtina gotinên şahidan. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 29’ê Nîsanê kir.
 
Ji parêzerên dozê Îmdat Ateş têkildarî qewimînên di dozê axivî. 
 
KUJERÎ BEŞDAR TEHRÎK DIKIRIN
 
Ateş da zanîn ku wan beriya danişînê kêm zêde dizanî bê ka Gencer dê çi bibêje û wiha got: “Beşdar ji axaftinên wî aciz bûn. Di parastina xwe de got; ‘ger ez 5 deqeyan zûtir biçûma dê min zewqa kuştina hîn bêhtir kesan bijiya.’ Van gotinan hem beşdar û hem jî malbat aciz kir. Lê parastineke dirêj nekir. Di parastina xwe ya kin de kîn, hêrs û hestên xwe yên nîjadperest anîn ziman.” 
 
‘DELÎLÊN NÛ HENE’
 
Parêzer Ateş diyar kir ku komkujî birêxistinî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Lê derxistina vê rastiyê karekî hêsan nîne. Di destê me de delîl hene ku ev komkujî bi awayekî rêxistinî hatiye kirin. Ger ku di demên pêş de em bikarin vê mijarê bêhtir vekolîn, dibe ku hinek tiştên şênbertir bikevin destê me. Di vê danişînê de cara ewil got ku li Sûriyeyê rastî sûîqestê hatiye. Îfadeyên ajokarê texsiyê yên hev nedigirtin û fikarên wî jî dê di demên pêş de bêhtir zelal bibin.” 
 
ÊRIŞEKE BIRÊXISTINKIRÎ YE
 
Ateş daxuyand ku kujer Gencer bi behskirina sûîqestê re nîşan da ye ku têkiliyên wî yên cuda hene û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji xwe nêrînên me yên di vê mijarê de hene. Liv û tevgera wî ya piştî hatina ji wir, têkiliyên wî, serdanên wî, trafîka pereyan, lêçûn û trafîka lêgerîna çekan tevek nîşan didin ku ew têkiliyên ava kirin li vir birêxistinî ne. Em bi vî awayî dinirxînin. Hêvidarim ev tişt di dawiya dawî de aşkera bibin.”
 
Parêzer Îmdat Ateş bang li her kesî kir ku beşdarî danişîna di 29’ê Nîsanê de bibin.
 
MA/Tolga Guney-Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

26/01/2022
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN