Rojane
ÊLIH - Li navçeya Qubînê ya Êlihê dizên ketin îstasyona sotemeniyê, zarokê bi navê Ahmet Eren kuştin.
Li navçeya Qubînê ya Êlihê dizên ketin îstasyonek sotemeniyê zarokekî 15 salî kuştin. 3 dizên birûpoş û biçek ku saet li dor 03.30'yî ketin îstasyona sotemeniyê, Ahmet Erenê 15 salî, kurê xwediyê îstasyonê, bi çekê kuştin. Her wiha dizan dest û pêyên du xebatkarên îstayonê jî girêdan û rakirin pereyê di qaseyê de û komputera li îstayonê û reviyan.
Piştî xebatkarên îstasyonê dest û pêyên xwe vekirin, xebera cendirmeyan û ambulansê pêxistin.
Eren, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.