AMED - Danişîna doza Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û siyasetmedar Hulya Alokmen Uyanik hat taloqkirin.
Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik di heyama 2020’an de bi hev re Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê bûn. Ceylan û Uyanik bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn girtin û pişt re hatibûn berdan û darizandina wan dewam dike. Hulya Alokmen niha ji dozek din girtî ye û Ceylan niha jî hevserokê HDP’a Amedê ye.
Danişîna 4’emîn a doza her du siyasetmedaran li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ceylan û Alokmen beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan Şêxmûs Bayhan û Berdan Acûn di danişînê de amade bûn.
Parêzeran da zanîn ku ew ê derbarê belgeyên li dosyeyê hatine barkirin paşê parastinê bikin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînek din taloqî 21’ê nîsanê kir.