RIHA - Şaredariya AKP’yî ya Wêranşarê û DEDAŞ’ê kuçe û cadeyên li navçeyê xera kiriye û çênekiriye. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin kuçe û cadeyên wan hemû bûne kort û çal.
Şaredariya AKP’yî ya Wêranşarê û Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hev re saetên ceyranê yên li navçeyê derxistin ser dîrkena. Ji ber vê yekê peyarên li kûçe û cadeyên li navçeyê xera bûne û veguherîne kort û çalan. Li gelek taxan rê bûne herî û welatî nikarin pê biavêjin. Şaredariyê û DEDAŞ’ê van kuçe û cadeyan çênekiriye û dema baran û berf dibare xelkê şerpeze dike. Welatiyên li navçeyê bertek nîşanî şaredarî û DEDAŞ’ê dan û diyar kirin bi van kirinên xwe xelkê ceza dikin.