Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'

  • rojane
  • 09:01 20 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Tetikkêşê Komkujiya Konyayê Mehmet Altûn, beriya bûyerê 17 rojan li otêlên luks di "kampên moralê" de maye. Parêzer Atîlla Kart got: "Em dibînin ku Altûn wekî tetikkêşekî profesyonel hatiye hazirkirin." 

Mehmet Altûnê li navçeya Meram a Konyayê 7 kes ji malbata Dedepgûllariyê kuştin, beriya bûyerê 17 rojan li otêlan maye. Altûn, beriya komkujiyê 3 mehan li Bûrsaî Îzmîr, Stenbol û Eskîşehîrê li otêlan maye. 
 
LI ÎZMÎRÊ BI KÊ RE MAYE?
 
Li gor agahiyên ketine dosyeyê, Altûn di meha Gulan, Hezîran û Tîrmehê de sê caran li Otêla Swalin a Gazîemîr a Îzmîrê maye. Altûn, di 24-26'ê Gulana 2021'ê, di 24-26'ê Hezîrana 2021'ê û di 10-13'ê Tîrmeha 2021'ê de li heman otêlê maye. Li gor agahiyan gava Altûn di 24'ê Hezîranê de hatiye otêlê, di 25'ê Hezîranê de kesê bi navê Selmîn Kûrûş çûye heman odeyê û di 26'ê Hezîranê saet di 13.05'an de ji otêlê derketine. 
 
OTÊLÊN STENBOLÊ
 
Hatiye detsnîşankirin ku Altûn li Stenbolê li du otêlên cuda maye. Altûn, di 27-31'ê Gulanê de li Avcilarê li otêla Doubletreee By Hiltonê maye. Altûn di 7-9'ê Tîrmehê de li otêla Hyatt Regency a li Atakoy a Stenbolê maye. Altûn di 9'ê Tîrmehê saet di 16.58'an de ji vê otêlê derketiye û lê saet di 06.17'ê serê sibehê de kesê bi navê Dogan Soylemez ê cihê jidayikbûna wî Almanya ye hatiye vê otêlê. Tê dîtin ku Soylmez piştî Altûn bi 2 rojan ji otêlê derketiye. 
 
Di agahiyên ji Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê hatine de jî hatiye diyarkirin ku Altûn, di 26-27'ê Gulanê de li navçeya Mûdanya ya Bûrsayê bi tena serê xweli Otêla Bûtîk a Green Hauseyê û di 26-28'ê Hezîrana 2021'ê de li bi tena serê xwe li navçeya Nîluferê li Otêla Trio Suitesê maye. Di agahiyên ku Midûriyeta Polîsan a Eskîşehîrê şandine de jî hatiye diyarkirin ku Altûn li navçeya Sîvrîhîsar ê li Otêla Çînî û li navçeya Odûnpazarê jî li Otêla Tasigo Hotelê bi tena serê xwe maye. 
 
HEQÊ OTÊLÊ PÊŞIN DAYE
 
Dîmenên otêlan ên dema Altûn li wan maye jî hatine xwestin, lê bi hinceta ku dîmen "15-30 rojî bi xwe jê diçin" nehatine şandin. Lê belê hatiye diyarkirin ku Altûn heqê otêlan pêşin daye. 
 
ÇÛNHATINA DI NAVBERA KONYA-STENBOLÊ DE
 
Agahiyên têkildarî çûnhatina Konya-Stenbolê ya Altûn jî daxilî nav dosyeyê hatine kirin. Li gor van agahiyan, Altûn di 17'ê Hezîrana 2021'ê de bi balafirê ji Konyayê çûye Stenbolê û a din a rojê dîsa bi balafirê ji Stenbolê hatiye Konyayê. Altûn, di 7'ê Tîrmeha 2021'm de cardin bi balafirê ji Konyayê çûye Stenbolê û a din a rojê cardin bi balafirê vegeriyaye Konyayê. Di ewraqa hatiye şandinê de hatiye diyarkirin ku ji ber demboriyê qeydên kamerayê bi dest neketine. 
 
Ji parêzerên dosyeyê Atîlla Kart, têkildarî agahiyênd axilî nav dosyeyê de hatine kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
17 ROJAN LI OTÊLÊN LUKS MAYE
 
Kart, diyar kir ku Altûn piştî êrişa 12'ê Gulanê bi 12 rojan, yanî ji 24'ê Gulanê ve li Îzmîr, Stenbol, Eskîşehîr û Bûrsayê li otêlên luks maye û got: "Li otêlan tim perê pêşin daye. Em dibînin ku ji bo li dû xwe tu şopan nehêle karta krediyê bi kar neaniye. Li gor daneyên niha Altûn 17 rojan li otêlên luks maye. Li gor qenaeta min ev heya 30-40 rojî jî diçe. Ji lew re hê tevahiya belgeyan negihaştiya destên me. Hêvîdar im Midûriyeta Polîsan a Enqereyê jî bi berpirsiyarî tevbigere û bêyî bi derengî bixe qeydan bişîne." 
 
KAMPA MORALÊ
 
Karat, destnîşan kir ku li gor agahî û belgeyên hatine Altûn li "kampa moralê" hatiye bicihkirin û got: "Wisa xuya ye ku ji Altûn re gotine 'em ê li malbata te jî miqate bin.' Li gor daneyên niha, em dibînin ku Altûn wekî tetikkêşekî profesyonel hatiye hazirkirin. Organîzasyonek wisa heye ku gava ewilî diçe mala Dedeogûllari, Bariş ne li malê ye. Li benda vegera BAriş e. Qeyd hene ku 10-12 deqeyan pêwendiyê bi hin kesên din re datîne. Lê midûriyeta polîsan ew qeydên HTS'ê baş venekolandine. Li wir di navbera malbata Guven û Keleş de hin hevdîtin çêbûne. Bername û plansaziyeke muazam hatiye çêkirin. Altûn, gava BAriş jî tê malê tam amin dibe ku hemû ferdên malê li mal in. Tiştekî din jî, dizane ku Çetîn ji Konyayê çûye. Bi taybetî jî li benda çûna Çetîn sekiniye. Ji lew re ew bi xwe dizane gava Çetîn li wir bûna dê nikaribûna wisa bi rihetî ev komkujî pêk bianiyana." 
 
KREDIYÊN KU KIŞANDINE NEDANE
 
Kart, diyar kir ku Altûnê ku li otêlên luks maye betal bûye û di çend salên dawî de ji du bankeyên cuda 100-120 hezar TL kredî kişandiye. Lart, da zanîn ku Altûn krediyên ku kişandine jî nedane. 
 
‘KOMKUJIYEKE BI SAÎQA NIJADPERESTIYÊ'
 
Kart, bal kişand ser îfadeyên hevjîna Altûn jî û got: "Hevjîna wî dibêje, di navbera wan û malbata Dedeogûllari de tu hisûmet tune bûye. Lewma em dikarin bibêjin ev komkujî bi nefretê û saîqa nijadperestiyê hatiye kirin. Ev saîq, avhewayeke sosyo-çandî ye ku nijadperestiyê gur dike. Ya ku hay ji vê hebû û tevdîr negirtin jî otorîteya cemaweriyê ye. Em di nav vê hewldanê de ne; jixwe dê tetikkêş cezayê xwe bikişîne, lê em hewl didin ku kesên ev li ber xistine çi madî çi manewî bên cezakirin. Divê mirov peyamekê bide civakê jî; firsendê nexin destên çav berdana aştiya vî welatî. Berbayî provakasyonan nekevin. Em ê peywira xwe bi vê ferasetê bidomînin." 
 
14 CARAN TELEFONÎ POLÎSAN Û 112'Ê KIRIYE
 
Kart, behsa êrişa 12'ê Gulanê ya beriya komkujiyê jî kir û got: "Bi destê malbata Keleş, Çalik û malbata Guven ku çendî navê wê di dosyeyê de tune ye jî êrişek çêdibe. Ev êriş, wekî ku êrişkar dibêjin ne li qada vala ya di navbera malên wan de, li hewşa mala Dedeogûllari çêdibe. PIştî wê êrişê, kartûş, dewsa xwînê, êzing hwd. hemû li ehşwa mala Dedeogullari hene û tên qeydkirin. Titşa wehîm jî; wê rojê saet ji 22.03'yan ve Serpîl Dedeogûllari di nav 22 deqeyan de 13-14 caran telefonî polîsan û 112'ê dike û dibêje, 'Werin, me dikujin, bi êzindan li ser me dixin.' Lê polîs piştî vê saetê bi 2 saetan tên. Ev der bi qasî 5 kîlometreyan dûrî navenda Konyayê ye." 
 
‘GER DEWRIYE HEBÛNA DÊ PÊŞÎ LI BER KOMKUJIYÊ BIHATANA GIRTIN'
 
Kart, bibîr xist ku piştî meh û nîvekê dewlet parazvanan dide mala Dedeogûlalri û got: "Dev ji parastina ji nêz ve berde,  ekîbek an jî dewriye jî dibû. Ez wisa bawer dikim ku ger li wir dewriye hebûna dê di 30'yê Tîrmehê de pêşî li ber vê komkujiyê bihatana girtin. Li hêlekê lêprisîneke çalak û qanûnî nehatiye kirin, li hêla din jî delîl hatine windakirin û parastineke qanûnî û çalak jî nehatiye kirin. Ev tişt gav bi gav zemîna komkujiya 30'yê Tîrmehê çêkirin. Ew dîmenên saw êdî di bîra her kesî de ne." 
 
‘BI ORGANÎZASYONA HIN KESAN KIR'
 
Kart, li ser berpirsiyariyên dewletê yên têkildarî êrişa 12'ê Gulana 2021'ê û komkujiya piştî vê êrişê li hemberî mala Dedeogûllari pêk hat jî sekinî û got: "Dozgerî di 30'yê Gulanê de ji qereqola polîsan dipirse çima delîle berhev nekirine. 40 sal in parêzer im, lê cara ewil min dîtiye ku dozgerekî nivîsek wisa giran ji qereqolê re nivisiye. Lê heman dozger nade dû wê ewraqa xwe." 
 
Kart, destnîşan kir ku hemû diyar de jî nîşan didin ku ev komkujî bi hestên tolhilgirtinê yê kesekî pêk nehatiye û got: "Diyarde nîşan didin ku ev komkujî bi organîzasyona hin kesan pêk hatiye. Ez dadgehan hişyar dikim. Dozên bi vî rengî bi derengî nexin. Ev her du dosye nebin yek, îja dê kîjan dosye bibin yek? Dê ev dosye bibin yek û wê lêpirsîna ku polîsan û dozgeran nekiriye hûn ê bikin. Dewlet ji bo çi heye? Dewlet ji bo van tiştan aşkere bike heye. Em jî ji bo wê dewletê têxin nav li vû tevgerê hene." 
 
‘JI BO AŞTIYÊ...'
 
Kart, bi boneya salvegera mirina Hrant Dînk cinayeta hatiye kirin cardin bibîr xist û got: "Kujerê profesyonel Mehmet Altûn jî, karekterîstîka 'Ogun Samastê nû' ye ku di bin banê hin hêzên dijqanûnî yên di nav dewletê û nihadperestiyê gur dikin de hatiye afirandin. Ên van kesan diafirînin, kesên vî welatî bi rê ve dibin bi xwe ne. Ên bi zimanê nijadperestiyê siyasetê dikin bi xwe ne. Ez di vî warî de ji bo hevrûbûnê bang li civakê û raya giştî jî dikim." 
 
Kart, anî ziman ku li Konyayê gelek welatiyên xwedî nasnameyên cuda hene û got: "Hin derdor jî hene ji vê jiyana bi hev re acis in. Em parêzer jî car carinan bi vê yekê re rû bi rû man. Em bûn şahid ku di 88-89'an de midûriyeta polîsan têkildarî parêzeran de danezan belav kirin. Embûn şahid ku bi awayekî îllegal davêtin ser odeyên pîşeyî û digotin, 'mêze bikin ev nanê Konyayê dixwin, lê mirovên xirab in.'" 
 
Kart, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo tevkariyê li demokrasî û aştiya Tirkiyeyê bike û encamên bûyerên wisa nijadperest û nefretî bi raya giştî re parve bike bi awayekî fexrî karê xwe dike û vê peywira xwe bi bîrbirî didomîne. 
 
MA / Zemo Aggoz - Firat Can Arslan

Sernavên din

23/01/2022
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin