Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man

  • rojane
  • 12:18 19 Çile 2022
  • |
img

DÎLOK/MÊRDÎN - Ji ber barîna berfa zêde ya li herêmê rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin û bi hezaran kes di rê de man. 

Ji ber barîna berfa zêde ya li Dîlokê rêya bejahiyê ya Dîlok û Edeneyê hat girtin. Li herêma Çiyayê Nûr gelek wesayît û bi hezaran kes di rê de asê man. Bi hezaran welatiyên di rê de man, bertekên xwe li ser medya dîjîtal parve kirin. Parvekirinên bi etîketa #Gaziantep di twîtterê de hatin kirin, di rojeva Tirkiyeyê de derket dora yekemîn. Welatiyên ku asê man, bi parvekirinên xwe diyar kirin ku 17 saetên di rê de ne û bang kirin ku rayedar îstîfa bikin. 
 
 
Welatiyên ku ji ber barîna berfa zêde li herêma Çiyayê Nûr ê Dîlokê asê man, mecbûr man biçin tesîsên li ser rê. Bi sedan kes çûn tesîsan û hat hînbûn ku tesîsekê bihayê çayê ji 2 lîreyan derxistiye 4 lîreyan. Hat diyarkirin ku heman zêdekirin di bihayê xwarinan de jî hatiye kirin. 
 
Hin parvekirinên bi bertek ên di twîtterê de hatin kirin wiha ne: 
 
 
“* Onder Guner: 14 saet in li vir im ne kes agahiyê dide ne jî kes tê alîkariyê. 
 
* CK: Hêvî dikim ku serê sibê ji Çiyayê Nûr û herêmên din ên berf lê barî ye agahiyên mirinê neyên. 9-10 saet in mirov di rê de mane û li benda alîkariyê ne. Hindik maye ku sotemeniya wesayîtan biqede. Nêzî 15 saet in mirovên ku di nava wan de pitik, pîr û nexweş hene li benda alîkariya LEZGÎN in. 
 
* Asiye Beyza: Em bi saeta ne di wesayîtê de sekinîne, yekane tişta dibêjin xebat didomine. 
 
 
* Kesên tên diçin nînin. Temam baş e hûn dixebitin lê kesê ku hatiye vir tune ye. 15 saet çêbûn, xwarin nîne. Zilam bi awayekî dikarin pêwistiya xwe ya tuwaletê pêk bînin lê jin û zarok perîşan bûne. Kesên ku mazotên wan xelasbûne hene. Bahçe Çiyayê Nûr
 
* Salih Emre Yazici: 12 saet in em di rê de asê mane. 12 saet in hûn nikarin çi vekin. Di evqas saetê de rêyeke nû dikare were çêkirin!”
 
LI MÊRDÎNÊ JÎ BERF BARÎ
 
Bandora barîna berfa zêde ya li navçe û navenda Mêrdînê didome. Li bajarê ku tevî barîna berfê bahoz û mijê jî bandor dike, dibistan rojekê hatin betalkirin û ji kedkarên cemaweriyê re jî rojekê destûr hat dayîn. Barîna berfa zêde bandor li herêmên bilind û navçeya Qoserê ku piştî salên dirêj berf lê barî kir. Li bajarê hin rêyên gundan hat girtin, xebatên rê vekirinê yên tîmên Rêyên Bêjahiyê didomin. Xebatên paqijkirina berfê yên li nava bajêr jî didomin. 
 
 
 

Sernavên din

20/01/2022
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin