Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne

  • rojane
  • 10:22 19 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku xistina PKK’ê ya lîsteya “rêxistinên terorê” heta pêvajoya komploya navnetewî ya 1999’an berdewam kiriye û got: “Li cihek ku 50 hezar kes miribe li wir behsa terorê nayê kirin, li wir şer heye.” 

Seranserî dîrokî kurd her tim bi polîtîkayên îmha û înkarê re rûbirû mane. Çarenûsa kurdan bi pêşengiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina “Kurdistan mêtingeh e” hat dest bi rêwîtiyek xilasiya Kurdistanê kir. Ocalan û 23 hevrêyên xwe li gundê Fîsa bi ser navçeya Licê ya Amedê ve di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezrandin û bi vê tevgerê re çarenûsa Kurdistanê guherî. Di van 44 salên PKK’ê de li Rojhilata Navîn bû hêzek diyarker û rê li ber gelek guhertinan vekir. Di vê pêvajoya her ku diçû de PKK bi hêz dibû û bû hedefa hêzên navnetewî. Ocalan gotibû “Mudaxileya ewilî li hember PKK’ê di sala 1985’an de pêk hat.” Kuştina Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê di sibata 1986’an de pêk hat, kirin stûyê PKK’ê. Xwestin kurdan-PKK’ê bi vê kuştina Palme sûcdar bikin. Doza Palme veguheztin Elmanyayê. 
 
Yekîtiya Ewropayê ya ku Elmanya jî di nav de ye di pêvajoyek ku PKK’ê di sala 1999’an de agirbest ragihand, hêzên xwe vekişand derveyî sînor û gavên aştiyê avêt, PKK’ê xistin lîsteya “rêxistinên terorê.” Pişt re Amerîkayê di sala 2003’yan de ragihand ku PKK’ê li lîsteya “rêxistina terorê” zêde kir. Di heman salan de welatên wek Avusturya, Belçîka, Îngîlistan, Bulgaristan, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Hirvatistan, Hollanda, Îrlanda, Îspanya, Swêd, Îtalya, Komara Qibrisê, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Macaristan, Malta, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya, Slovenya û Yewnanistan PKK’ê kirin lîsteya “rêxistinên terorê.”
 
LÎSTIKA GLADIOYAYA NATO’YÊ 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe re diyar kir ku xistina PKK'ê di lîsteya “rêxistinên terorê” de komplo ye û ev jî encama helwesta NATO'yê ye. Ocalan di hevdîtina 12'ê Çileya 2011'an de bi parêzerê xwe re anî ziman ku Gladio rêxistina şerê taybet a NATO'yê ye û qetilkirina Papa ji aliyê Mehmet Alî Agca yê ji Girtîgeha Maltepeyê hatibû revandin vegot. Ocalan anî ziman ku piştî sala 1980’î di têkiliyan de cudabûn çêbûne û got: “Kenan Evren de bi maneya ‘Têkiliya Gladîoya Tirkiyeyê û Gladîoya NATO’yê di salên 80’î de ji hev cuda bû û di salên 90’î de Gladîoya Tirkiyeyê otonom bû’. Lîstika Gladîoya NATO ya yekem a li ser PKK'ê di sala 1985'an de bû. Tenê salek piştî destkeftina çekdarî ya 1984’an, NATO Gladio dest bi şerê PKK’ê kir û ev destwerdan li ser xala 5’an a Peymana NATO’yê ava kir. Tirkiye dibêje xala 5’an a NATO’yê nayê bicihanîn. Helbet ev destwerdan ne bi biryareke qanûnî-fermî bû, nehat ragihandin, lê bi şêwaza Gladyoyê wek şerê taybet dest pê kir û bi dizî hat kirin.” 
 
Ocalan anî ziman ku navenda Gladîoya NATO'yê Elmanya ye û got: "Almanya di sala 1987'an de bi xistina PKK'ê di lîsteya 'rêxistina terorê' de helwesta NATO'yê bi awayekî zelal dike. Bi vê biryara ku di sala 1987’an de li Elmanyayê hate girtin, êrişî PKK’ê kir. Di bin bandora wî de li gelek cihan çalakiyên PKK’ê hatin qedexekirin. Herî dawî ev pêvajo bi xistina PKK'ê ya di destpêka salên 2000'î de ji aliyê YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) ve bi dawî bû.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Rêberê PKK’ê Ocalan di vê pêvajoya 23 salan a li Îmraliyê de li dijî pirsgirêka kurd ku weke "terorê" hat pênasekirin derket û nirxandinan kir. Ocalan anî ziman ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab bê diyarkirin û di hevdîtina 5'ê Tebaxa 2009'an de bi parêzerê xwe re got: "Kurd wê vê qebûl nekin. Nikarin ji devê min wisa qala vê meselê bikin. Berê jî bi min re hevdîtin kirin, min ev yek got, lê ji bo çareseriyê tu gav nehatin avêtin, nêzîkatiyeke cidî nehat avêtin. Dîsa ez dibêjim ev ne karekî hêsan e, meseleya wêrekiyê ye. Hûn nikarin ji min re ew qas hêsan xuya bikin. Her roj mirin hene. Ez hewl didim li vir rê li ber mirinê bigirim. Bi vî awayî divê hûn zanibin, çima hûn fêm nakin? Ev pirsgirêk bi evqas sivik nêzîkbûna çareser nabe. Pirsgirêk cidî ye û karê mirovên ciddî ye ku wê çareser bikin. Bi lîstikên wisa klasîk ev pirsgirêk çareser nabe. Hûn dibêjin hûn ê vê pirsgirêkê çareser bikin û hûn ê cidî nebin. Eger cidiyet nebe divê nêzî vê pirsgirêkê neyê kirin.” 
 
‘BILA WERIN EM NÎQAŞ BIKIN WÊ DIYAR BIBE KÎ TERORÎST E’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku lihevhatina civakî wê bi muzakereyan pêk were û got: “Em muzakereyê bikin, diyalogê bikin, kî dabeşkar e û kî terorîst e kî nîne hem her tiştî bi awayekî vekirî nîqaş bikin. Wê demê diyar dibe ku ew çiqas fanatîk, çiqas nîjadperest, çiqas faşîst in. Ji vê hêsantir rêyek heye? Werin em her tiştî nîqaş bikin. Bila gel biryarê bide kî dabeşkar e û kî nîne. Ramanên min zelal, eşkere ne. Çawa dibe ku ez dibim dabeşkar? Bila werin, li ber her kesî, li pêşberî hemû Tirkiyeyê nîqaş bikin, bila diyar bibe kî dabeşkar e, bila diyar bibe. Wê demê gel li ser min çi bêje, ez pê razî me. Çima niha direvin? Çi eleqeya van kesan bi tirkbûnê re heye? Ez tirkan nas dikim, siyaseta wan ne wisa ye, exlaqê wan jî ne wisa ye. Tirk siyaseteke wiha nakin. Tirk siyaseta cudaxwaziyê nakin, ji sala 1071ê vir ve wisa ye." 
 
‘NE TEROR ŞER HEYE’ 
 
Ocalan diyar kir ku mirina 40-50 hezarî bi “terorîzmê” nayê îzahkirin û di hevdîtina 20’ê Çileya 2010’an de wiha got: “Bi gotinên wiha hûn nikarin mirovan bixapînin. Li cihê ku nêzî 50 hezar kes lê mirine ne "teror e" lê şer heye. Heke li welatên din ewqas mexdûr hebin, dê bê nîqaşkirin, çareserî jî bê nîqaşkirin. Min negot ku hûn li ser vê yekê bi min re biaxivin, hûn bibînin. Min navnîşanên cuda, rêbazên cuda nîşan da, li ser van mijaran min biryar dan, lê ev jî nehatin girtin. Min vê dawiyê di radyoyê de bihîst. Min di merasîma ku Serokomar Gul beşdar bû de bûyer bihîst. Li wir jî heta ‘teror’ bi dawî bibe, hewl tê dayîn têkoşîn bê domandin. Li vir hûn dibînin li ser xwîna ku hatiye rijandin hîn jî siyaset tê kirin. Dibêjin şehîdên me hene, hurmeta wan ji şehîdên wan re nemaye. Ji ber ku şer derketiye û di berdêla wê de mirov mirin, divê aşitiyek ku êşa van însanan sivik bike û pêşî li van windahiyan bigire, were çêkirin. Dewletparêzî vê daxwaz dike. Me ji sala 1993’yan û vir ve têkoşîna aştiyê meşand, 11 sal in ez hewl didim li vir bimeşînim. Me di vî warî de hewl da, lê ev hewldan bê encam man.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

23/01/2022
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin