AMED - Berfê li Amedê jiyanê tevizand. Ji ber barîna berfê ya bênavber rê û cade hatin girtin. Ji ber şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de xizmetek baş nake, welatî bi piya çûn kar û welatiyan bertek nîşanî qeyûm dan.
Li Amedê duh barîna berfê dest pê kir û hêj dibare. Berfa ku bi şev bênavber lêkir li bajêr jiyan tevizand. Riyên nav bajêr û riyên bejahiyê tên bajêr hatin girtin. Bi qasî 20-30 santîma berf bariyaye û çûnehat hatiye rawestandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de xizmetek ku wê riyan veke û paqijiya kuçe û cadeyan bike nayê dayîn. Xelk li rawestgehan maye û hewl didin bi kîlometreyan biçin kar û xebata xwe.
TEVDÎR NEHATINE GIRTIN
Di girtina rê û cadeyan de eşkere bû ku qeyûm û tîmên paqijiyê ji duh ve tu tevdîr negirtine û amadekariyên barîna berfê nekirine. Her çiqas qeyûm daxuyaniya "em amade ne" da jî lê heta niha rê nehatine vekirin. Ji ber rê hatine girtin wesayît li hev ketin û qezayên trafîkê pêk hatin. Tenê hinek dolmîşên nav bajêr dixebitin. Otobusên şaredariyê ji xeracan derneketin û nehatin şixûlandin.
Xizmetnekirina qeyûm bû sedema bertekên welatiyan.
Ji ber barîna zêde ya berfê seferên balafirên tên bajêr û ji bajêr radibin jî hatin betalkirin.
NAVBER DAN PERWERDEHIYÊ
Walîtiya Amedê ragihand ku ji ber berfê li tevahiya bajêr dibistan hatine betalkirin û rojek navber dane perwerdehiyê.