Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê

  • rojane
  • 09:16 19 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Hişyar Ozsoy ê HDP'î ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş li qada navneteweyî têkiliyan datîne got: "Girtîgeh bûne navendên mirinê. Ji bo CPT demildest bê, çi ji destê me bê em ê bikin." 

Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (CPT), li Ewropayê pêwendiyên xwe yên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê, rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li Îmraliyê didomîne. Rayedarên HDP'î ku raporên amade kirine bi saziyên navneteweyî re parve dikin, ji bo Tirkiye têkildarî rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gavina bavêje xebatên xwe didomînin.
 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xebatên li qada navneteweyî yên di vî warî de axivî. 
 
‘ME 5 RAPOR AMADE KIRIN'
 
Ozsoy, diyar kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir dijwar bûne û di serî de ji bo binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û bi giştî ji bo yên tevahiya girtîgehan gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT'yê re kirine. Ozsoy, destnîşan kir ku di demên dawî de li qada navneteweyî jî fikarên ji bo Îmraliyê zêde bûne û CPT jî hay ji vê heye. 
 
Ozsoy got: "Li bara CPT'yê jî fikar zêde bûne. CPT, wekî prosedur nabêje dê kengî biçe. Lê belê demildest divê biçe. Me HDP, di dema pandemiyê de 5 rapor amade kirin. Me rapora dawî jî di meha Çileyê de şand." 
 
‘VEGUHERÎN NAVENDÊN MIRINÊ'
 
Ozsoy, diyar kir ku heya niha têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê gelek pêwendî danîne û got: "Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab e. Tenê ne ew, li girtîgehan zêdetirî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di meha Kanûnê de cenazeyên gelek girtiyan ji girtîgehan derketin. Rewş her diçe xirabtir dibe. Heya niha me ji bo girtîgehan digot, navendên îşkenceyê. Lê niha bûne navendên mirinê. Darbest ji girtîgehan derdikevin. Ji xeynî girtiyên nexweş, hin girtî hene ku ji bo wan derpêş dikin xwe kuştine. Lê malbat û parêzerên girtiyan dibêjin ev nexwekuştin e. Em behsa girtîgehên bûne navendên mirinê dikin. Ev hovîtî ye." 
 
‘DÊ HEWLDANÊN ME BIDOMIN'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku girtîgeh, girtiyên nexweş rojeva wan a sereke ne û got: "Berê me têkildarî rewşa Îmraliyê gelek xebat kirin. Konseya Ewropayê jî di nav de me pêwendî bi gelek derdoran re danî. Dê di pêvajoya pêşiya me de hewldanên me ji bo rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bin. Me bi Tinu Kox ku dê di nêz de bibe Serokê Konseya Ewropayê û hin nûnerên saziyên cuda re hevdîtin kirin. Wan jî soz da ku dê vê meseleyê têxin rojeva Komîsertiya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê. Dê di dawiya meha Çileyê de danişînin Konseya Ewropayê çêbibin. Têkildarî vê dê hewldanên me yên ji bo girtiyên nexweş hebin." 
 
‘DEMILDEST DIVÊ CPT BIÇE'
 
Ozsoy, bibîr xist ku CPT organek Konseya Ewropayê ye û demildest divê dest bi serdanên xwe yên li Tirkiyeyê bike. Ozsoy, bilêv kir ku di dawiya serlêdanan de amadekairina raporan tenê ne bes e, ji bo tiştên di raporan de hatine destnîşankirin gav bên avêtin û hin mueyîde hebin. 
 
Ozsoy, destnîşan kir ku divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û got: "Her ku rageşiya siyasî ya li Tirkiyeyê zêde dibe, her ku di meseleya kurdî de mantiqa eskerî zêde dibe, girtîgeh bêtir dibin hedefa dewletê. Bi çavê girtî û hikumxwaran li yên di girtîgehê de mêze nakin, bi çavê dijminan li wan mêze dikin. Ji bo CPT demildest bê, çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
‘BERPIRS KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ YE'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku berpisiyariya sereke ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye û got: "CPT, organek teknîkî ye. Wekî CPT'yê Komîsyoan Venedîkê jî heye. Komîsyona Venedîkê, li hiqûq, qanûnên bingehîn ên endamên Konseya Ewropayê mêze dike bê ka li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne yan na. Hêza wan a mueyîdeyê tune ye. Ya ku divê biryarên CPT'yê pêk bîne Konseya Ewropayê bi xwe ye. Ên biryarên dadgehê pêk bîne û li gor raporan tevbigere Tirkiye ye. Ger wekî welatek endam pêk neyne, nexwe ji bo vê divê hin mekanîzma hebin, ji bo pêkanînê. Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran a Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê dane ber nîqaşan." 
 
Ozsoy, destnîşan kir ku li hemberî vê helwesata Tirkiyeyê êdî deng bilind dibin û got: "Konseya Ewropayê êdî divê bi awayekî zelal bi Tirkiyeyê re biaxive. Êdî mesele tenê ne ew e ku Tirkiye li gor biryarên A, B, C tevbigere. Tirkiye bi guhnelêkirina biryaran mînakeke xerab e. Endamên Konseyê jî dê bêjin 'ger Tirkiye pêk neyne, ez jî pêk naynim.' Piştî wextekê dê veguhere saziyeke pûç ku kes guh li tu biryaran nake. Ev talûkeyeke mezin e. Ger Tirkiye gaveke maqûl neavêje, dê di sala 2022'yan de têkiliyên wê yên bi konseyê re derb bixwin." 
 
MA /  Berîvan Altan
 

Sernavên din

23/01/2022
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin