ENQERE - Li navçeya Efelerê hin dibistanan kurdî ji nav lîsteya dersên bijarte derxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bertek nîşanî rewşê da û ev tişt got: "Tu yê bi dûrxistina ji zimanê wan mirovan nêzî ola wan bikin?"
Li navçeya Efeler a Aydinê, hin dibistanan kurdî ji nav lîsteya dersên bijarte derxistin û xwendekaran aresteyî dersên bijarte yên din kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, mijarê bir Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclisê û xwest ku mijar ji aliyê komîsyonê ve bê lêkolînkirin.
'TENÊ DERSÊN OLÎ KIRINÊ'
Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê medya sanal bertekê nîşanî rewşê da û got ku li navçeya Efeler a Aydinê dersên kurdî ji lîsteya dersên bijarte hatine derxistin û li şûna wan tenê dersên olî kirine lîsteyê û ev tişt got: "Tu yê bi dûrxistina ji zimanê wan mirovan nêzî ola wan bikin?"