Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê

  • rojane
  • 14:13 18 Çile 2022
  • |
img
RIHA - Ferît Şenyaşar ku rexmî hewaya sar bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re Nobeta Edaletê didomîne, bal kişand ser nobetên edaletê yên li bajarên din dest pê kirine û ev tişt got: "Wê berê derê hemû edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê." 
 
Di encama êrişa ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî dikana wan pêk anîn hevjîn û 2 zarokên Emîne Şenyaşar di 14'ê hezîrana 2018'an de jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê zilma li hemberî malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta Edaletê di roja 316'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin. Rexmî ku li bajar berf dibare jî malbata Şenyaşar nobeta xwe di bin berfê de didomîne. 
 
LI BER BERFÊ NOBET DIGIRIN
 
Ferît Şenyaşar ku rexmî hewaya sar jî bi dayika xwe re nobet digire, diyar kir ku hindik maye ku salek di ser tekoşîna wan re derbas bibe û wiha got: "Rexmî şertên hewayê jî em nobeta xwe didomînin. Hin navberan berf dibare. Şert çi dibin bila bibin heta ku edalet pêk neyê em neçin mala xwe û ji ber derê Edliyeya Rihayê veneqetin. Rojê bi sedan kes ji bo lêgerîna edaletê dikevin edliyeyê. Hemû kes dayika kezebperitandî dibînin. Li kêleka Walîtiyê, dozgerî jî li avahiyê ye. Welatiyên ku dikevin edliyeyê dema ku vê zilmê dibînin nifiran li rayedaran dikin. Heke em civakeke bawermend û misilman bin û ji vê zilmê re deng dernexin hûn jî dibin hevparê zilmê."
 
'KESÊN JI ZILMÊ RE BÊDENG BIMÎNIN...'
 
Şenyaşar, bi gotina Hz. Elî "Kesê ji zilmê re bêdeng bimîne şeytanê lal e" axaftina xwe domand û ev tişt got: "Kesên ku ji zilmê re bêdeng bimînin wê îbadeta wan neyê qebûlkirin. Dema ku mirov li dîroka dinyayê dinêre, dibîne ku çalakiya greva birçîbûnê ya yekemîn gelê Îrlandayê li dijî zilma Îngilistanê dane destpêkirin. Ev greva birçîbûnê li tevahiya dinyayê berbelav dibe. Me jî li vir li dijî bêedaletiyê û zilmê dest bi çalakiyê kir. Li deverên cuda yên Tirkiyeyê mîna vir çalakiyên rûniştinê didomin. Heke di demên pêş de bi rêya darazê zilm bidome wê ber derê hemû edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê."
 
'EMÊ JI BER DERÊ EDLIYEYÊ VENEQETIN'
 
Di berdewamê de Şenyaşar, destnîşan kir ku rexmî berfê jî wê nobeta xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Dema ku me dest bi nobeta xwe kir em evt işt got; şert çi dibin bila bibin heta ku edalet pêk neyê em ê neçin mala xwe. Hewa sar be jî em ê di bin vê zilmê de neçin li mala xwe ya germ rûnenin. Ev her sê mirov li ber çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê li nexweşxaneyê hatin kuştin. Heta ku kesên vê komkujiyê kirine li nav civakê bigerin em neçin mala xwe. 3 mirovên me kuştine, ev ne bes e birayê me jî bi biryareke siyasî nêzî 4 salan e di hucreya yekkesî de tê girtin. Heke li Tirkiyeyê darizandineke adilane çêbibe, zexta siyasî ya li ser darazê rabibe wê birayê me bê berdan lê serdestên siyasî destê xwe ji mvê dozê venakişînin. Ji ber vê li ber edliyeyê zilm didome. Em bibiryar in, ji sermayê biqerisin jî em ê neçin li mala xwe rûnenin û ji ber derê edliyeyê veneqetin. Bila ev jî bibe şerma Waliyê Rihayê û Wezareta Edaletê. Bila bibe şerma herkesên ku qala edaletê dikin."
 
 
 

Sernavên din

20/01/2022
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin