NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ'iyên êriş birin ser nuqteya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Holê, xebatkarekî tenduristiyê qetil kirin.
DAIŞ'iyan êriş bir ser nuqteya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Holê ya Kantona Hesekê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li gor agahiyên ku ji kampê hatin wergirtin, du kesan xwe li nexweşiyê danîne û hatine nuqteya tenduristiyê ya Kampa Holê ya ku zêdetirî 60 hezar kes lê dimînin.
Êrişkaran êriş birin ser xebatkarê tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed. Mihemed, jiyana xwe ji dest da.