Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan

  • rojane
  • 10:54 10 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku wê li dijî kampanyaya lînckirinê ya li dijî wê dane destpêkirin rêyên hiqûqî bikarbîne û bi lêv kir ku nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel li ser hedefgirtina wêneyên ku medyaya sereke serwîs kirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat parvekirin de wiha hat gotin: “Di şeva 8’ê Çileya 2022’an de, di medya civakî û televîzyonan de, li ser hin wêneyên ji aliyê hikûmetê ve ji çapemeniyê re hatin şandin, li ser kampanya reşkirin û lînckirinê ya li dijî min hat destpêkirin, dixwazim raya giştî agahdar bikim.”
 
Guzel, diyar kir ku di demên dawî de li ser parlementerên wan êriş hatine destpêkirin û wiha got: “Hin wêneyên ji aliyê êrişên trol û derdorên qirêj ve hatine servîskirin, li medya dîjîtal kuştinên bêdaraz pêk tînin. Beriya ku ez rastiyê bibêjim, dixwazim bê zanîn ku ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî van kes û dijminan bidomînim û pêşberî darazê bi wan re mijûl bibim.”
 
BI BÎR XISTINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
Berdewama daxuyaniya Guzelê wiha ye: “Eger em bînin bîra xwe, di sala 2013’an de di pêvajoya aştiyê de ku hikûmeta heyî aliyek bû, şer sekini bû. Di vê pêvajoyê de di navbera aliyan de mutabakatek pêk hatibû, hin şande û rayedarên dewletê çûbûn wan herêmên ku di nûçeyê de behsa wan tên kirin. Ev hemû di çarçoveya zanebûn û erêkirina desthilatdariya heyî de pêk hatin û civak û raya giştî ya Tirkiyeyê bû şahidê vê yekê. 
 
Heke em behsa wêneyan bikin… Dema min zanîngeh dixwend min Volkan Bora nas kir û demekê weke heval ez pê re axivîm. Di encama têkiliyên hestiyar de, bi merasîmeke di nav malbatan de me qewl birî. Volkan Bora dema karê rojnamevaniyê dikir, di dawiya sala 2009’an de di encama lêpirsîn û darizandinên pê re rûbirû ma, mecbûr ma biçe derveyî welat. Tevî ku min hewl da xwe bigihînim wî jî, heta sala 2014’an bi tu awayî min ew nedît. 
 
Mîna gelek mirovên hewl dan di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an hat destpêkirin de zarok, dayik, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min hewl da xwe bigihînim Volkan Bora. Dema ez çûm qada ku navên wan derbas dibin ji aliyê du jinan ve hatim pêşwazîkirin. Ji min ra hat gotin ku ji ber ewlehîyê divê ez cilên weke wan li xwe bikim. Piştî ku hinekî li bendê mam, min dît ku ew li wir e û me hev nas kir. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine şandin, ji vê hevdîtinê ne. Dema hevdîtinên hikumetê yên di pêvajoyê de berçav bên girtin nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan. 
 
 
Di sala 2014’an de ez li qada cemaweriyê dixebitîm û endamtiya min a tu partiyan tune bû. Ez nizanim têkildarî min encama di materyalên ku piştî Volkan Bora jiyana xwe ji dest da hatine desteserkirin ên di sala 2017’an de tu dosyayên lêpirsînê hatine vekirin an na. Lê belê heta ku sala 2018’an weke parlementerekî hatim hilbijartin derbarê min de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin û ji bo îfadeyê jî gazî min nekirin. Servîskirina wêneyên beriya 5 salan hatine desteser kirin ya beriya bibin mijara darazê, rûdana aqlê dewlet û zilam e. Diyar e ku servîsa wêne û nûçeyan a bi gotinên pir kirêt û cinsiyetparêz, berdewama propagandaya qirêj e ku li ser partiya min ji hêla desthilatdariya siyasî ve tê kirine. 
 
5 SAL IN HÛN LI KÛ BÛN? 
 
Ez ji tetîkkêşên medya û hêzên piştevaniya wan dikin, dipirsim: 
 
* Heke beriya 5 salan ev wêne gihiştin ber destê we çima beriya bibin parlementer derbarê min de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin? Di demekî ku ji twîttera ez parve dikim fezleke tên amade kirin de çima têkildarî mijarê di nava 3 sal û nîvên parlementeriya min de tu fezleke ji Meclîsê re nehatin ragihandin. 
 
* Rojnamevanek van wêneyan çawa bi dest dixe? Gelo ev ‘rojnamevan’ ji ber qabilîyeta xwe gihiştiye van wêneyan, an jî ji alîyê polîs an jî saziya hikûmetê ve ji wî ra hatine servîskirin? 
 
* Çawa dibe ku ev wêne ne di fezlekeyekê de ewilî di rûpeleke ‘rojnameyê’ de tên weşandin?
 
Îro mixabin êş û çîrokên jiyanê yên gel dikin amûrek ji armancên qirêj ên siyasî, komplo û hewldanên komplogerî yên hin kesên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine. Ev nêzîkatiya ku wê ji aliyê tu wijdana ku ji mirovahiyê para xwe girtiye neyê qebûlkirin, careke din nîşan daye ku hêza em pê re rû bi rû ne, ti pêwendiya xwe bi exlaq, wijdan û nirxên civakî re nîne. 
 
EZ Ê RÊYÊN HIQÛQÊ BI KAR BÎNIM
 
Diyar e ku wêneyên ku bi salan e di destê nîvenda desthilatdariyê de ne, piştî bi salan di çarçoveya komployeke siyasî de ji çapemenî û raya giştî re hatine servîskirin. Di sala 2014’an de tu têkiliyeke min a endametiyê bi HDP’ê re tune bû. Heta endamtiya min a sala 2018’an jî nebû. Her wiha dixwazim diyar bikim ku li dijî kampanyaya lînçkirinê û sûcdariyên qirêj ên ku rastiyan nîşan nade ez ê rêyên hiqûqî bi kar bînim.”
 
 

Sernavên din

14/01/2022
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir